04:32 28 Gulan 2018
Cristiano Ronaldo

Pêşbirka nîvfînalê ya Lîga Şampiyonan: Bayern Munih - Real Madrid

© REUTERS / Sergio Perez
Ewropa
Lînkê kurt
0 01

Di pêşbirka ewil ya nîvfînala Lîga Şampiyonan de Bayern Munih û Real Madrid hatin hemberî hev. Di pêşbirka ku bi dijwariyek mezin derbas bû de tîma mêvan Madrid nûnerê elman bi skora 2-1ê têk bir û ji bo pêşbirka rowanşê avantejek mezin bidest xist.

Duh di Lîga Şampiyonan de pêşbirkek dijwar hat lîstin. Di têkoşîna ewil a nîvfînalê de Tîma Bayern Munihê û nûnerê Spanyayê Real Madrid li stada Allianz Arenayê hatin pêşberî hev. Muniha ku bi fitbolîstên xwe yên sereke wek Muller, Ribery, Lewandowski û Robben derket qadê li hemberî reqîbê xwe baş dest bi pêşbirkê kir û di deqîqeya 28an de bi asîsta James Rodrigues ve Joshua Kimmich tora Madridê bi hewa xist. (Bayern Munih 1-0 Real Madrid)

Herwiha piştî golê tîma mêvan armanca beranberiyê ve hewlên xwe zêdetir kirin. Beriya qedandina nîva ewil di deqîqeya 44an de Marcelo gola beranberiyê avêt û nîva ewil bi vê skorê ve encam bû. (Bayern Munih 1-1 Real Madrid)

Allianz Arena'da geriye düşüp dönebilecek tek takım: Real Madrid 👏

MS | Bayern Münih 1 — 2 Real Madrid pic.twitter.com/PuEdDNFkjr

​Bayern Muniha ku li dijî hewlên nûnerê Spanyayê qels ma bi gola Asensio ve skor cardin hat guherîn. Gola ku serkeftin ji Madridê re anî di deqîqeya 57an de hat avêtin. (Bayern Munih 1-2 Real Madrid)

​Herwiha bi vê serdestiyê Real Madrid bo pêşbirka rowanşa li Santiago Bernabeuyê avantajek mezimn b dest xist.

Bi heman mijarî:

Pêşbirka nîvfînalê ya Lîga Şampiyonan: Liverpool 5-2 Roma
Di Lîga Şampiyonan û ya UEFA Ewropayê de jihevreketinên tûra nîvfînalê diyar bûn
Pêşbirka Lîga Şampiyonan: Real Madrid 1-3 Juventus
Di pêşbirka rowanşa Lîga Şampiyonan de encamek balkêş derket holê
Etîketan:
pêşbirk, nîvfînal, lîga şampiyonan, fitbol, Bayern Munih -Real Mardid, Elmanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de