16:34 20 Gulan 2018
    Wêneyên pîrozbahiya Newroza Kurdistana Îranê

    Li Brîtanyayê dê li ser kurdên Îranê panelek were lidarxistin

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Zanîngeha Exeterê ya Brîtanyayê dê ji bo du rojan li ser kurdên li Îranê û çand, wêje û folklora wan panelek were lidarxistin.

    Hat ragihandin ku dê di 17-18ê Îlona 2018an de dê ji bo du rojan li ser kurdên li Îranê û çand, wêje û folklora wan panelek were lidarxistin.

    Panel dê bi ser navê "Iranian-Kurdish Cultural Production: Past, Present, Future" (Hilberîna Çandî ya kurdên Îranê: Rabirdû, Niha û Siberoj) were birêvebirin û ji folklor û zimên heta wêjeyê, ji sînemayê heta peywendiyên di navbera kurd û farisan de dê li ser gelek mijaran teblîx werin pêşkeşkirin.

    Panela ku dê bi piştgiriya Weqfa Mîratê ya Îranê û Navenda Xebatên Kurdî ya Zanîngeha Exeterê were lidarxistin.

    Dîroka dawî ya ji bo şandina meqaleyan 10 Hezîrana 2018a ye û zimanê panelê îngilîzî ye.

    Bi heman mijarî:

    Kurdên Îranê 9 roj in li ser lingan e
    5 kurdên din li Urmiyê hatin îdamkirin
    Kurdên Feylî jî wê bikevin parlementoyê
    Kî fermandarên kurdên Îranê dikuje û çima?
    Etîketan:
    panel, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de