06:57 26 Gulan 2018
Serokê Fransayê Emmanuel Macron li kongreya Amerîkayê

Macron: Hêzên fransî dê piştî têkbirina DAIŞê ji Sûriyê derkevin

© REUTERS / Jonathan Ernst
Ewropa
Lînkê kurt
0 10

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku dê hêzên wan piştî bi temamî têkbirina DAIŞê ji Sûriyeyê derkevin.

Serokomarê Fransayê Macron got ku dê hêzên Fransayê yên di nav hevpemaniyê de ku têkoşîna DAIŞê dikin piştî têkbirina wê rêxistinê ji Sûriyeyê derbikevin.

Macron di serdana xwe ya Amerîkayê de gotarek pêşkeşî xwendekarên Zanîngeha George Washington kir ku tê ragihand, Fransa giraniya xwe dide ser têkoşîna dijî DAIŞê.Macron got, "Serokê we (Donald Trump) piştî tunekirina DAIŞê ew dê destwerdana Sûriyeyê bidawî bînin. Em jî wekî wan difikirin. Daxwaziya me biryardariya tam a têkoşîna dijî DAIŞê ye, em ji xeynî vê tiştekî din naxwazin."

Serokê Fransayê piştî van gotinên xwe jî diyar kir ku wezîfeya wan a li Sûriyeyê hembêzkirina hemwelatiyên Sûriyeyê û rêgirtina li ber çêbûna rêxistinên terorî

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Fransayê Emmanuel Macron
© Sputnik / Irina Kalashnikova
Macron ji bo peymana atomî ya bi Îranê re jî li Kongreya Amerîkayê gotibû, her çiqas hinek metirsî hebin jî heta li şûna wê tiştekî baştir neyê danîn divê em wê bernedin.

Serokomarê Fransayê destnîşan kiribû, divê qet destûr neyê dayîn ku Îran çekên nukleerî çêbike û got, "Armanca me pir zelal e, Divê Îran ti carî çekên nukleerî bipêş nexe. Ne niha, ne 5 ne jî piştî 10 salan."

Bi heman mijarî:

Li Qamişlo teqîn: Anonsên kurdî hatin kirin
Erdogan: Me ti carî ji demokrasiyê tawîz nedaye
Li Amedê qedexeya operasyona PKKê hat ragihandin
Li Brukselê ji bo Sûriyê 4,4 milyar dolar hat komkirin
Li paytexta Afganistanê teqîneke bihêz çêbû
NATO: Entegrasyona S-400î bo pergalên me zehmet e
Etîketan:
Sûriye, Fransa, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de