16:31 20 Gulan 2018
    Ala Yekîtiya Ewropayê - Bruksel - Navenda Komîsyona Ewropayê

    Li Brukselê ji bo Sûriyê 4,4 milyar dolar hat komkirin

    © REUTERS / Yves Herman
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di konferansa alîkariyên mirovî bo penaber û koçberên şerê Sûriyeyê de ku bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) li paytexta Belçîka Brukselê tê lidarxistin, 4,4 milyar dolar hat komkirin.

    Di roja dawî ya duyemîn konferansa Sûriyeyê ku bi hevkariya Yekîtiya Ewropa (YE) û NYyê li Brukselê tê lidarxistin de, li ser çareserkirina rewşa mirovî ya Sûriyeyê ti encamek derneket, lê ji bo avadankirin û alîkariya mirovî bo penaberan 4,4 milyar dolar berhevkirin.

    'AŞTIYA MAYÎNDE BI SERKEFTINA ESAD NAYÊ'

    Di konferansê de nûnerên bi qasî 50 welatan beşdarî kirin. Nûnerên welatên Ewropayê hişyarî dan ku bi serkeftina leşkerî ya Serokê Sûriyeyê Beşar Esad aştiyeke mayînde pêk nayê û welat ji nû ve nayê avadankirin.

    Beriya niha hatibû ragihandin ku ji bo penaberên Sûriyeyê yên li Sûriye, Lubnan, Tirkiye û Urdunê anku ji bo 13 milyon welatiyên Sûriyeyê pêdivî bi 7,3 milyar euroyan heye.

    San Francisco, Pira Golden Gate
    © REUTERS / Robert Galbraith//File Photo
    'HETA NIHA 11 MILYAR EURO HATIYE KOMKIRIN'

    Komîsera bilind a Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini ragihand, YEyê heya niha 11 milyar euro, ji bo welatiyên Sûrî yên ku penaber bûne û yên ku di nav bajarên Sûryê de koçber bûne, kom kiriye.

    Mogherini got ku YEyê bi rêya vê konferansê dixwaze derfetekê ji bo berdewamiya danûstandinên Cenevê peyda bike û daxwaz ji Rûsya û Îranê kir, ji bo danûstandinê fişarê li ser Hikûmeta Sûriyê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Rayedarên amerîkî ketin nav avahiya konsûlxaneya Rûsyayê
    Di doza rojnameya Cumhuriyetê de biryar hat dayîn
    Li paytexta Afganistanê teqîneke bihêz çêbû
    NATO: Entegrasyona S-400î bo pergalên me zehmet e
    Mela Bextiyar: Şîeyan Kerkûk bi destê Îranê dagir kir
    Di medyaya Rojavayî de ‘Çeka Roja Qiyametê' ya rûsî
    Erdogan qanûna hilbijartinê pesend kir, YSKê jî daxuyanî da
    Etîketan:
    Bruksel, Sûriye, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de