17:24 20 Gulan 2018
    Pergalên parastina hewayî yên S-400

    NATO: Entegrasyona S-400î bo pergalên me zehmet e

    © Sputnik / Grigoriy Sisoev
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rayedarê NATOyê Christian Liflander diyar kir ku entegrekirina pergalên parastinê yên S-400î yên rûsî bi pergalên welatên endamê NATOyê re zehmet e.

    San Francisco, Pira Golden Gate
    © REUTERS / Robert Galbraith//File Photo
    Serokê beşa berevaniya sîberî li NATOyê Liflander li New Yorkê li saziya ramanî ya amerîkî li Enstîtûya Hudsonê axivî, "Ez texmîn dikim ku entegrekirina pergalên parastinê yên rûsî yê bi navê S-400î bi pergalên welatên endamê NATOyê re zehmet e."

    Axaftina Liflanderî li ser netê bi awayekî zindî hatibû belavkirin.

    Piştî ku Tirkyê biryar dabû ku ji Rûsyayê pergalên parastina hewayî s-400an bistînê Amerîka û NATOyê di warê ‘entegrasyon'ê hişyarî dabûne Tirkiyê.

    Her çiqasî tê gotin ku Tirkiye bi kirîna pergalên parastina hewayî S-400an dê ji NATOyê bikeve jî Enqere amajê pê dike ku pêwistî bi vê yekê heye û ev nayê wê wateyê ku Tirkiyê ji NATOyê dûr bikeve.

    Bi heman mijarî:

    Sîstema moşekên S-400 ên li Sûriyê dikarin nehêlin ku şerê cîhanê yê 3yem derê
    Dîplomatê amerîkî ji bo alternatîfa S-400 a rûsî diçe Tirkiyeyê
    Rûsya: Peymana di navbera me û Tirkiyê ya li ser moşekên S-400 herdu aliyan jî memnûn kir
    Amerîka: 'S-400 dê bibe sedema sepandina dorpêçan, werin em ji bo alternatîvê bixebitin'
    Moşekên S-400 ji bo Amerîka çima pêximker in?
    Rîyad bi kirîna S-400 dixwaze nakokiyên di navbera Rûsya û Emerîkayê de bikar bîne
    Yildirim: Ji bo S-400 me li hev kir, biryara dawî wê Komîteya Pîşesazî ya Parastinê bide
    Etîketan:
    entegrasyon, Daxuyanî, S-400, Liflander, Tirkiye, Ewropa, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de