17:06 24 Gulan 2018
    Lîga UEFA Ewropa-Lîga Şampiyonan

    Pêşbirka nîvfînalê ya Lîga Şampiyonan: Liverpool 5-2 Roma

    © Sputnik / Stefan Wermuth
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di pêşbirka ewil a nîvfînalê ya Lîga Şampiyonan de Liverpool li qada xwe nûnerê Îtalyayê Roma kir mêvan. Liverpoolê pêşbirka dijwar bi golên Mohamed Salah(2), Firmino (2) û Sadio Mane ve 5-2 qezenç kir. Golên Romayê Edin Dzeko û Diego Perotti avêtin.

    Di pêşbirka ewil a Lîga Şampiyonan a nîvfînalê de du tîmên dijwar hatin pêşberî hev. Liverpoolê li Anfield Roadê tîma Romayê ezimand. Ji destpêka pêşbirkê ve tîma xwedîmal bi bandor lîst. Di deqîqeya 35an de Mohamed Salah skor kir 1-0. Piştî vê golê bi cardin fitbolîstê misirî derket holê û di deqîqeya 45+1an de rewş kir 2-0 û nîva ewil bi vê skorê ve bi dawî bû.

    ​Nûnerê Brîtanyayê di nîva duyem de jî li pêy golan bû û di 56an de asîsta Salah, Sadio Mane bi golê ve encam kir. Di deqîqeya 61an de Firmino gola 4an avêt, heman fitbolîstî di deqîqeya 68an de rewş kir 5-0.

    ​Golên tîma mêvan di deqîqeya 80an de Edin Dzeko û di 85an de Perotti avêt. Herwiha beriya pêşbirka rowanşê Liverpoolê avantajek mezin bidest xist.

    Bi heman mijarî:

    Di Lîga Şampiyonan û ya UEFA Ewropayê de jihevreketinên tûra nîvfînalê diyar bûn
    Pêşbirka Lîga Şampiyonan: Real Madrid 1-3 Juventus
    Di pêşbirka rowanşa Lîga Şampiyonan de encamek balkêş derket holê
    Di Lîga Şampiyonan de Liverpoolê Manchester City têk bir
    Di Lîga Şampiyonan de pêşbirkên fînala çaryekê diyar bûn
    Etîketan:
    lîga şampiyonan, fitbol, alîgir, Liverpool-Roma, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de