18:02 21 Gulan 2018
    Federica Mogherini

    Mogherini ji bo peymana li gel Îranê: Divê were parastin

    © REUTERS / Francois Walschaerts
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnera Bilind a Polîtakayên Karên Derve ya YEyê Federica Mogheriniyê diyar kir ku divê ew peymana navbera Îran û welatên P5+1 ya berî sê salan hatiye îmzekirin û Amerîka fişarê dike da ku were guhertin were parastin.

    Mogheriniyê got ku ew peymana nûklerî ya sala 2015an di navbera Îran û welatên P5+1ê de hatibû îmzekirin rê li ber Tehranê girt ku çekên nûklerî bi pêş de bixe lerwa divê ev di siberojê de jî were parastin.

    "PEYMANEKE AMADE HEYE Û BI KÊR TÊ"

    Rayedara YEyê li Brûksela paytextê Belçîkayê got, "em ê bîbînin bê dê di siberojê de çi bibe. Lê peymanek amade heye û bi kêr tê. Divê peyman were parastin."

    Herwiha Mogheriniyê bangî Rûsya, Tirkiye û Îranê kir ku ji bo rawestandina şerê li Sûriyeyê, bandora xwe bi kar bînin.

    "EM ZÊDEBÛNA ÇALAKIYÊN LEŞKERÎ LI SÛRIYEYÊ DIBÎNIN"

    Mogheriniyê got, ev her sê welat xwediyên 'berpirsyariyeke taybet' in di dabînkirina agirbesta li Sûriyeyê û zorê li Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esadî bike ku li ser maseyê rûnê. Nûnera Bilind a Polîtakayên Karên Derve ya YEyê wiha got, "berovajî sozên ku dane, em dibînin ku çalakiyên wan ên leşkerî (li Sûriyeyê) zêde dibin."

    TRUMP Û MACRONÎ ÇI GOTIBÛ?

    Serokê Amerîkayê Donald Trumpî di civîna xwe ya li gel Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macronî de gotibû ku ji wê peymana nûklerî ya li gel Îranê hatiye çêkirin aciz e.

    Trumpî tarîxa 12ê Gulanê bi bîr anî ku di wê tarîxê de dê biryar were dayîn bê wê peyman bi dawî bikin an na û wek encam jî dê mueyideyan li ser Îranê bisepînin an na û wiha dewam kir: Di 12ê mehê de em ê bîbînin bê wê çi bibe. Îran bi her awayî me tehdîd dike, dê berdeleke wiha bide ku heta îro kêm dewletan daye."

    Trumpî ew peyman wek "dînîtî" bi nav kir û wiha got, "divê peymanek were çêkirin ku Yemen, Sûriye û herêmên din ên Rojhilata Navîn dihewîne."

    Lê Macronî destnîşan kiribû ku dibe ev peyman neyê betalkirin lê hinek guhertin tê de werin kirin.

    Serokkomarê frensî diyar kiribû ku bi Amerîkayê re li ser peymaneke nû dixebitin û got ku divê bandora Îranê li herêmê û programa moşekên balîstîk jî têkeve peymanê.

    Bi heman mijarî:

    'Heşda Şebî, petrola Kerkûkê dişîne Îranê'
    Îranê Îsraîl hişyar kir: Êrîşa ser baregeha li Sûriyeyê wê bê bersiv nemîne
    Îsraîl: Di êrîşek Îranê de em ê Esad û rejîmê ji holê rakin
    Netanyahu bersiva Îranê da: Me test nekin
    Sûriye û Îranê dê li dijî êrîşa muhtemel a Amerîkayê kordînasyona xwe zêde bikin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de