11:12 24 Gulan 2018
    Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron

    Ji Macron peyama 1915an: Fransa, Rûsya û Brîtanyayê hîn wê demê wek sûc pênase kirin

    © AFP 2018 / ERIC PIERMONT
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Fransayê Emmanuel Macron derbarê bûyerên 1915an de peyamek ji Serokê Ermenistanê Armen Sarkisyan re şand.

    Di peyama Macron a li ser malpera fermî ya serokatiya Fransayê cî girtiye de, hat gotin, "Em digel we bûyerên 1915an ên li Konstantinopolisê rû dane û nîşaneya yekemîn qirkirina sedsala 20an e bibîr tînin ku wê demê 600 rewşenbîrên ermen hatine kuştin."

    Macron di berdewamê de bi bîr xist ku piştî bûyerên 24ê Nîsana 1915an; Fransa, Rûsya û Brîtanyayê li 25ê Gulana 1915an ew bûyer wekî sûc pênase kirine û Osmanî ji ber rûdana vê trajediyê şermezar kirine.

    Serokê Fransayê di peyamê de got ku Deryavaniya Fransayê di Îlona 1915an de li Çiyayê Mûsa 400 penaxwazên ji qirkirinê reviyane rizgar kirine.

    Bi heman mijarî:

    Trump ji bo bûyerên 1915an ên 'qira ermenan' got, felaketa mezin!
    Serokê Komîteya Olîmpiyatê yê Kurd hat revandin
    Li Rihayê 5 kes hatin girtin
    Îran: Em li Sûriyê piştgiriyê nadin ti kesî
    Ji Trump daxuyaniyên Suriye û Îranê
    Arinç û Erdogan civiyan: Em li ser her tiştî axivîn
    Berpirsekî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Hewlêrê hat kuştin
    Etîketan:
    Ermenistan, Macron, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de