00:38 25 Gulan 2018
    Zarok

    Di nava salekê de 618 zarokên penaber winda bûn

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku di nava salekê de li welatê Belçîkayê 618 zarokên penaber ên bêrefeqat winda bûn.

    Saziya sivîl a Child Focusê ku li Belçîkayê xebatên li ser zarokên winda û yên rastî destdirêjiyê tên dike raportek weşand û ragihand k udi sala 2017an de hejmara zarokên pênaber ku winda bûne li gor salên borî pir zêde bûye.

    Li gor raportê di sala 2015an de 277, di sala 2016an de 284 zarok winda bûn û ev reqem di sala 2017an gihîşte 618an. Sazî mirovî guman dike ku ev zarok ketibin destê kesên kedxwar.

    Child Focusê di berdewamiya raporta xwe de dibêje, ev reqem beşeke biçûk a pirsgirêkên mezin e, em hewl didin zarokan bişînin navendên parastinê lê gelek zarok ji bo derbasî welatekî din bibin direvin.

    Bi heman mijarî:

    Belçîka: Em ji çalakiyên Tirkiyeyê li dijî Efrînê nîgeran in
    Belçîka: Em destûr nadin ku Tirkiye biryara referandûmê pêk bîne
    Belçîka: Anîtina darvekirinê derbas kirina xeta sor e bo YEyê
    Belçîka derbarê wezîra kurd de daxuyaniyek da: Em ê nehêlin ku Erdogan me bitirsîne
    Li Belçîka li ber Federasyona Tirk bombe hat danîn
    Wezareta Derve ya Rûsyayê bangî Balyozê Belçîka yê li Moskovayê kir
    Etîketan:
    Saziya sivîl a Child Focus, Belçîkayê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de