16:35 20 Gulan 2018
    Serokwezîrê Yûnanistanê Aleksis Çipras

    Yunanistan: Bila Tirkiye dawiyê li tevgerên provokator bîne

    © REUTERS / MICHALIS KARAGIANNIS
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hikûmeta Yunanistanê ragihand ku ew gotinên ‘Em naxwazin li Egeyê alozî zêde bibin' ên aîdê Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan bi erênî pêşwazî dikin û got, em dipên ku Tirkiye di partîkê de jî dawiyê li tevgerên xwe yên provokator bîne.

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan duhî di televîzyoneke Tirkiyeyê de gotibû, "Em naxwzin li Egeyê alozî zêde bibin." Li ser van gotinên Erdogan Serokwezîrê Yunanistanê Aleksis Çipras daxuyaniyek weşand û tê de got, "Em ji ber daxuyaniyên duhî yên Serokomarê Tirkiyeyê mijara ewlehiyê jî di nav de, piştgiriyê didin vegera aşitiyê li Behra Egeyê û diyaloga di navbera herdu welatan de. Lê di heman demê de em dipên ku Tirkiye di partîkê de jî dawiyê li tevgerên xwe yên provokator bîne."

    Herwisa di daxuyaniyê de hat derbirîn ku nabe her du leşkerên yûnanî bi 8 leşkerên derbekar ên Tirkiyeyê re werin guhertin.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Yunanistanê: Bi Tirkiyê re bêyî şer jî dibe
    Bozdag ji bo Yunanistanê: Daxuyaniyên neheq û provakatîf dikin
    Tirkiye di derbarê giravên Imîa da hişyarî da Yunanistanê
    Wezîrê Yunanistanê di derbarê Tirkiyeyê de giran axivî
    Etîketan:
    Serokwezîrê Yûnanistanê, Aleksis Çipras, Yunanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de