17:49 23 Gulan 2018
     Fransa’daki Mont Saint Michel

    Li Fransa grava dîrokî ji ber xeteriya terorî hat valakirin

    FLICKR/ JESPER KROGH
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Grava navdar ya li Fransayê Mont-Saint-Michel ku salê 3 milyon tûrîst diçin wir hat valakirin. Tê gotin ku sedema valakirinê ihtimala êrîşeke terorî ye.

    Grava Mont-Saint-Michel ku li bakurê Fransayê ye, piştê Kuleya Eyfelê duyemîn cihê herî tê ziyaretkirinê ye li Fransayê. Hat ragihandin ku grav ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Frasanyê ve bi helîkopteran hatiye tehliyekirin. Jean Marc Sabathe di derbarê buyerê de bi rojnamevanan re van agahiyan parve kir: Îro bi keştiyên turîstan kesekî şikbar hatiye gravê, hêzên ewlehiyê ji bo dîtina wî gravê valadikin.

    Herwiha walî destnîşan kir ku "dema ev şexis siwarê keştiyê dibe bi dengekî bilin dibêje ‘ez ê polîsan bikujim' ji ber vê jî ev kes di demeke herî kurt de gere bê girtin."

    Bi heman mijarî:

    Pence, Rûsya û teror wek hev girt
    CIA: Îstixbarata Amerîkayê piştgirî da rêxistina OUNê ya ku ew jî wê teror qebûl dikin
    Ji Erdogan peyama Îzmîrê: Em nahêlin teror dubendiyan çêbike
    Etîketan:
    teror, êrîş, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de