14:18 23 Gulan 2018
    Omer Çelik

    Wezîrê Tirk bertek nîşanê Avûstûrya û Hollandayê da

    © REUTERS / Ümit Bektaş
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 01

    Hollanda û Avûsturyayê di derbarê hilbijartinên 24ê Hezîrenê de gotinbûn ku “em destûrê nadin xebatên siyasetmedarên Tirk” Wezîrê Yekîtiya Ewropa yê Tirkiyê Omer Çelik got ku ev durûtî ye.

    Beriya çendekî Serokwezîrê Avûstûryayê Sebastian Kurz di derbarê hilbijartinên ku wê li Tirkiyê bibe de gotibû ku, Avûsturya li welatê xwe kampanyayên hilbijartinê yên Tirkan naxwazin, em ê destûrê nedin wan. Piştî Avûsturyayê Serokkwezîrê Hollandayê Mark Rutte jî di derbarê tirkiyê de heman îfadeyan bi kar anî.

    Li ser van geşedanan Omer Çelik çelîk li ser hesabê xwe yê twîtterê bertek nîşanê Avûsturya û Hollanda da. Çelik destnîşan kir ku: Ev welatana bi aliyekê de doza demokrasî dikin û bi awayekî jî pêşî li tevgerên demokratîk dikin, ev neheqî û durûtî ye. Kurz û Rutte bi van biryara silavê didin faşîzmê.

    Bi heman mijarî:

    Bozdag: Hilbijartinên pêşwext yên 24ê Pûşbera 2018an hesabên qirêj xira kir
    Li Sûriyeyê helîkopetereke rûsî ya Mi-24ê ket: 2 pîlot mirin
    Rûsya: ‘Nûçeya sewq kirina 10 balafirên Su-24ê bo Sûriyeyê derew in'
    Balafira Su-24ê ya rûsî barkirina sotemeniyê li ezman pêk anî
    Etîketan:
    avûsturya, Hilbijartin, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de