11:46 23 Gulan 2018
    Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte

    Holanda li welatê xwe AKPê naxwaze: Ji bo bangeşeyê neyên

    © REUTERS / Francois Lenoir
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte diyar kir ku sebaret hilbijartinên pêşwext ên li Tirkiyê, bangeşaya ku tê xwestin ku li Holandayê jî bê kirin weke fişar e li ser nîzama raya giştî nirxand. Rute "Em naxwazin ji devreyî welêt pirsgirêkan îtxal bikin"

    Li gorî nûçeya BBCya tirkî Serokwezîrê Holandayê Rutte roja înê piştî civîna wezîran pirsên rojnamevanan bersivandin û teqez kir ku ji bo bangeşeyê ew naxwazin rayedarên tirk werin Holandayê.

    sandoq - Enqere - hilbijartin
    © REUTERS / Umit Bektas
    ‘EM NAXWAZIN JI DEVREYÎ WELÊT PIRSGIRÊKAN ÎTXAL BIKIN'

    Rutte amajê pê kir ku bangeşanê li Holandayê dê fişarê li ser nîzama raya giştî bike û derbirî ku ew nahêlin ku fişar li ser tirkên li Holandayê were kirin, "Em naxwazin ji devreyî welêt pirsgirêkan îtxal bikin"

    Rutte, "Rastî ew e ku mafê axaftin, civînê û birêxistinbûnê heye lê ev ne bêsînor e."

    ‘TIRKIYE DI RÊYEKE ŞAŞ DE YE'

    Serokwezîr Rutte eşkere kir ku ew ji ber rûdanên dawiyê yên li Tirkiyê nîgeranin û wiha pê de çû, "Tirkiye di warê pêşketinên de

    mokratîk de di rêyeke şaş de ye."Rutte herwiha nîgeraniya xwe ji bo raporta Yekîtiya Ewropaya (YE) ya Tirkiyê ya ku destpêka hefteyê hatibû belavkirin anî ziman.

    ‘DÊ ERDOGAN HESTÊN NETEWPEREST DERXE PÊŞ'

    Ji aliyê din ve televizyona Holandayê (NOS) jî destnîşan kir ku Serokomar Erdogan dê di hilbijartinên pêşwext ên li Tirkiyê de dê hestên netewperest derxe pêş.

    Hêjayî gotinê ye ku sala par di meha adarê de ji bo referanduma guhertina makezagonî jî Holandayê destûr nedabû rayedarên hikûmeta tirkî ku li welatê wan bangeşanê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Şandeya hiqûqê ya meclîsa Almanyayê: Êrîşa Amerîkayê deryasayî ye
    Lîstikvana rêzefîlman ji ber 'terîqeta seksê' hat binçavkirin
    Li DYAyê ji bo serbestkirina esrarê li ser asta federal pêşnûme tê raberkirin
    Koçberên Kerkûk û Xûrmatuyê dikarin li Kurdistanê dengê xwe bi kar bînin
    Parlamentoya Azerbaycanê serokwezîrê nû hilbijart
    Lavrov: Amerîka û hevpeymanên wê Cenevre bombebaran kirin
    Etîketan:
    pirsgirêkên îtxal, Netewperestî, Propoganda, Bangeşan, Hilbijartin, YE, AKP, Mark Rutte, Holanda, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de