16:46 20 Gulan 2018
    Parlamentoya Almanyayê

    Şandeya hiqûqê ya meclîsa Almanyayê: Êrîşa Amerîkayê deryasayî ye

    © REUTERS / Axel Schmidt
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parêzerên meclîsa li Almanyayê (Bundestag) li ser êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransayê ya li hemberî hikûmeta Sûriyeyê, ku hikûmeta Almanyayê pişgtirî dabûyê, nêrîna xwe ragihand.

    Pisporên hiqûqê yên meclîsa Almanyayê êrîş wekî ‘binpêkirina hiqûqa navdewletî' bi nav kir û îdiaya wekî bersivdayîna êrîşa kîmyewî jî wekî îdiayeke qanîkirinê nedît.

    Pisporên hiqûqê li ser daxwaza Partiya Çep (Die Linke) rapoerek amade kir û got, "Bi hinceta binpêkirina peymaneke navdewletî cezakirina dewletekê bi hêza leşkerî, binpêkirina yasayên navdewletî ye, ku wan yasayan tundî qedexe kiriye."

    'ŞERT Û MERCÊN PÊWÎST TUNE NE'

    Şandeya hiqûqê daxuyaniya Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May a wekî ‘Ev li hemberî êrîşa Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad bersivdayinek bû' jî wekî hinceteke ‘qanîkar' nedît. Partiya Mihafezekar a bi serokatiya May diparêze ku ji bo xelk zirarê nebîne di bikaranîna yasayên navdewletî de dikare îstisna were kirin.

    Şaneya hiqûqê ya meclîsa Almanyayê jî anî ziman ku ji bo vê îstisnayê şert û mercên pêwîst tune ye. Di raporê de hat gotin ku ji bo hîn zêde mirov êşê nekişîne divê fikra êrîşa leşkerî were lêpirsîn.

    Herwisa di raporê de hat diyarkirin ku ji bo êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransayê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) destûr nedaye û got, divê NY li ber çavan were girtin.

    Bi heman mijarî:

    Li Sûriyeyê hevsenga hêzê
    Lavrov: Hewldanên parçekirina Sûriyeyê nayê qebûlkirin
    Artêşa Sûriyeyê li Dumeyrê moşekên çêkirina Amerîkayê dîtin
    Ryabkov: Em nizanin ka yekpariya Sûriyeyê dê çawa were parastin
    Fransa: Plana me ya destwerdaneke leşkerî li Sûriyeyê tine
    Etîketan:
    Şandeya hiqûqê ya Meclîsa Almanyayê, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de