05:27 22 Gulan 2018
    Wezîrê Derve yê Awistiyayê Sebastian Kurz

    Avûstûryayê derbarê kampanyayên hilbijartinê de ji siyasetmedarên Tirk re qedexeyan danî

    © AP Photo / Ronald Zak
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Avûstûryayê Sebastian Kurz di derbarê hilbijartinên ku wê li Tirkiyê bibe de axivî. Kurz destnîşan kir ku wê qedexeyan ji siyasetmedarên Tirk re daynin dak ukampanyayên siyasî nekin.

    Kurz di derbarê hilbijartinên Tirkiyê de ji Radyoya ORFê re axivî. Kurz anî ziman ku: Erdogan hingî ku li ixtidarê ye, hemwelatiyên Tirk yên li Ewropayê suistimal dike. ji ber vê yekê Avûsturya li welatê xwe kampanyayên hilbijartinê yên Tirkan naxwazin, em ê destûrê nedin wan. Pêşkeşvanê radyoyê pirsa ‘hûn destûrê nadin hemû siyasetmedarên Tirk?' pirsî, Kurz wek bersiv got ‘erê.'

    Hêjayê gotinêye ku, di pêvajoya referanduma 2017an ya Tirkiyê de, bernameyên siyasetmedarên Tirk li gelek welatên Ewropayê hatibûn betalkirin. Li ser vê bûyerê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan berê xwe dabû rêvebiriya wan welatana û wan şibandibû ‘Hitler.'

    Bi heman mijarî:

    ‘Berî payîzê hilbijartin têne lidarxistin'
    Serşêwirmendê Erdogan: Êdî ne pêkane ku hilbijartin di sala 2019an de werin kirin
    Li Azerbeycanê cardin Ilham Aliyev hat hilbijartin
    HDP: Nabe di Rewşa Awarte de hilbijartin werin lidarxistin
    Etîketan:
    qedexe, hilbijartin, Avûstûrya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de