22:27 22 Gulan 2018
    Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian

    Fransa: Plana me ya destwerdaneke leşkerî li Sûriyeyê tine

    © REUTERS / Benoit Tessier
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî êrîşa sêalî ya Amerîka, Brîtanya û Fransayê li dijî Sûriyeyê ya ku 14ê vê mehê pêk hatibû, Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drianî got ku" niyeta welatê wî tine ku destwerdaneke leşkerî li Sûriyeyê bike".

    Le Drianî duh pêncşemê bi kanala BFMTVê re axift û got,"ti destwerdaneke leşkerî ji bilî ya li dijî embara çekên kîmyewî(ya di 14ê Nîsanê de pêk hat) tine."

    Herwiha wezîrê frensî bangî hemû aliyan kir, rejîma Sûriyeyê di nav de, ku " li ser maseya diyalogê kom bibin" û teqez kir ku "di berjewendiya Rûsyayê de ye ku dest bi diyalogê bike ji bo çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê peyda bibe."

    Ji aliyê din ve, Drianî diyar kir ku "nakokî di nerînên wan û yên Amerîkayê de hene lê wan di mijara şerê terorê li Sûriye û Iraqê de li hev kiriye."

    Derbarê Îranê de jî, wezîrê frensî got, "nayê qebûlkirin ku Îran di rêya Hizbullahê re destwerdanê li Libnanê û di rêya Hûsiyan re jî destwerdanê li Yemenê bike."

    Bi heman mijarî:

    Yekîtiya Ewropayê amade ye beşdarî avakirina Sûriyeyê bibe lê mercên wê hene
    Ryabkov: Dubarekirina êrîşan li ser Sûriyeyê dê bibe sedema bertekên tund
    Partiyên kurdî yên li Sûriyeyê ji bo êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransayê çi dibêjin?
    May: Êrîşa li hemberî Sûriyeyê di berjewendiya me ya neteweyî de bû
    Pergala hewayî ya Sûriyeyê çend moşekên li ser Humûsê bêbandor kirin
    Rayedarên Amerîka û Misrê li ser Sûriyeyê hevdîtin pêk anîn
    Li Brîtanyayê operasyona li dijî Sûriyeyê hat protestokirin
    Etîketan:
    Jean-Yves Le Drian, Fransa, Amerîka, Iraq, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de