17:33 23 Gulan 2018
    Jens Stoltenberg

    NATOyê li ser kirîna Tirkiyê ya S-400î daxuyaniyek da: Biryar a Tirkiyê ye lê...

    © REUTERS / Francois Lenoir
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li ser danustendina S-400î ya Tirkiyê û Rûsyayê daxuyaniyek da. Stoltenberg anî ziman ku ev biryara netewî ya Tirkiyê ye lê bo hevpeymaniyê ya girîng ew e ku S-400 bo pergalê werin entegrekirin.

    Stoltenberg piştî ku bi Serokê Dewleta Holendayê Mark Rutte re hevdîtinek pêk anî, civînek hevpar li dar xist. Stoltenberg got, "Biryara plana kirîna Enqereyê ya S-400î bo bo Rûsyayê biryara Tirkiyê ya netewî ye."

    ‘DI WARÊ ENTEGRASYONÊ DE DIBE KU KÊŞE DERKEVIN'

    Sekreterê NATOyê Stoltenberg "Ev biryara netewî ya Tirkiyêye.  Lê bo me ya giring ew ku S-400 bo pergalên NATOyê re werin entegrekirin. Di vî warî de dibe ku hindek kêşe derkevin."

    Ji hêla din ve Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Wess Mitchell jî dûhî li Komiteya Karûbarên Derve ya Amerîkayê axivîbû û li dijî plana kirîna s-400î ya Tirkiyê bo Rûsyayê derketibû.

    Etîketan:
    Entegerasyon, Bîryara kirîna S-400, S-400, NATO, Jens Stoltenberg, Tirkiye, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de