17:08 24 Gulan 2018
    fitbol

    Bi gola ku di deqîqeya 90+4an de avêt ve tîma xwe derxist fînalê

    © Sputnik / Alexander Vilf
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di pêşbirka rowanşa nîvfînala kupaya Yûnanistanê de AEK û Larissa hatin pêşberî hev. Herwiha beriya qedandina pêşbirkê tîma AEK bi gola ku di deqîqeya 90+4an de avêt ve derket fînalê. Alîgir û heyeta teknîk ya tîmê kêfxweşiyek mezin kirin.

    Di pêşbirka rowanşa nîvfînala kupaya Yûnanistanê de duh êvarî tîma AEK ku di pêşbirka ewil de 2-1 têk çûbû, bi tîma Larissayê re hat hemberî hev û beriya qedandina têkoşînê, di deqîqeya 90+4an de bi golek bêhempa ve tûr derbas kir.

    ​Di deqîqeya 90+4an de di bikaranîna kornerê ve fitbolîstê AEKyê Lazaros Christodoulopulos bi lêdanek baş gog bi torê ve zelliqand û tîma xwe derxist fînalê.

    Bi heman mijarî:

    Serokê kûlubê bi çekê ket qadê, pêşbirk hat betalkirin
    Ji bo telefonên Android pêşbirk û listîkên kurdî yên balkêş!
    Etîketan:
    alîgir, kûpa, gol, gog, fitbol, Cumhuriyet, Yûnanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de