17:23 23 Gulan 2018
    Yekîtiya Ewropayê

    Piri: Erdogan ji bo endambûna YEyê ti berpirsyariyên xwe bi cih neanîn

    © AFP 2018 /
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Dîrektora Tirkiyeyê ya Parlamentoya Ewropayê Kati Piri, raporta YEyê ya derbarê Tirkiyeyê de nirxand û ji ber ku peyamek zelal neda ye Tirkiyeyê, raport rexne kir: "Li ser kaxizê em endamtiyê diaxivin lê Erdogan ji bo endambûna YEyê ti berpirsyariyên xwe bi cih neanîn."

    Dîrektora Tirkiyeyê ya Parlamentoya Ewropayê Kati Piri derbarê raporta Tirkiyeyê ya Komisyona YEyê ku çend roj berê eşkere kir rexne kir. Piri li ser hesabê twitterê da zanîn ku Komîsyona Ewropayê hişyariyek zelal û teqez neda Tirkiyeyê. Komîsyona Ewropayê di gavavêtinek ku encamên siyasî dê bi xwe re bîne dûr sekini. Hê jî hêviyên Tirkiyeyê yê endamtiya YEyê zindî ne. Piri wiha got, "Beriya niha bi salekê li Tirkiyeyê ji bo di Destûra Bingehîn de guherîn pêk were referandûmek bi nîqaş hat kirin. Bi nîqaş bû çimkî bi Ji %51 dengan hat qebûlkirin. Lê divê ji bo Destûra Bingehîn ya nû bi rêjeyek zêdetir bihata qebûlkirin."

    ​Dîrektora Tirkiyeyê rexneyên xwe bi van gotinan qedand, "Li ser kaxizê em endamtiyê diaxivin lê Erdogan ji bo endambûna YEyê ti berpirsyariyên xwe bi cih neanîn."

    Bi heman mijarî:

    Raporta Komîsyona YEyê: Tirkiyê bi gavên mezin ji Yekîtiya Ewropayê dûr dikeve
    Yekîtiya Ewropayê amade ye beşdarî avakirina Sûriyeyê bibe lê mercên wê hene
    Yekîtiya Ewropayê 3 milyar euro dide Tirkiyeyê
    Etîketan:
    YE, hiqûq, demokrasî, Jiyan, Destûra Bingehîn, Kati Piri, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de