18:04 21 Gulan 2018
    Vasiliy Nebenzya, Nikki Haley

    Brîtanya ji 47 pirsên Rûsyayê bersiva 2 heban tenê da

    © REUTERS / Eduardo Munoz
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di Konsey Ewlekariyê Ya Neteweyên Yekbûyî de li ser bûyera jehrîkirina Skrîpal danişînekê hat li darxistin. Di danişînê de Nebenzya got ku “Brîtanya ji 47 pirsên me tenê bersiva 2 heban da.”

    Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li KENY Vasiliy Nebenzya di danişîna li KENYyê de destnîşan kir ku: di derbarê jehrîkirina Skrîpal de tewanbariyên ku Amerîka û Brîtanya li Rûsyayê dikin qebûl nakin. Li bajarê Salisburyê jî li bajarê Dûmayê jî îdiayên bikaranîna çekên kîmyevî li ser Rûsyayê komplo ne û em tu car qebûl nakin.

    Nebenzya di axaftina xwe de anî ziman ku "me di derbarê buyera Skrîpal de 47 pirsan ji Brîtanyayê pirs kir lê mixabin heya îro tenê bersiva du heb pirsên me dan."

    Di heman danişînê de nûderê daîmî ya Brîtanyayê Karen Pierce bersiv da û got: Rûsya heta îro 16 pirs ji me pirsîne, em jî li benda encamên OPCWê ne. Di nava 10 rojan de em ê li gorî daneyên OPCWê bersiva wan pirsan bidin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Di derbarê buyera Skrîpal de agahiyên taybet bi zanebûn tên parvekirin
    Biraziya Skrîpal: Brîtanya di derbarê xwarina dawî ya ku Skrîpal xwariye agahî nade
    Nebenzya: Skrîpal ji bo Rûsyayê ne tehdîd bû
    Etîketan:
    Rûsya, Jehrîkirina Skrîpal, ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de