20:58 22 Gulan 2018
    Bosna Hersek.

    Pisporê rûs: Yekîtiya Ewropa ji ber vegera Tirkiyê ya ber bi Balkanan ve bi fikar e

    © Flickr /
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pisporê rûs Georgiy Engelgardt destnîşan kir ku “Ewropa berê bi çevê şirîkekî baş li Tirkiyê dinhêrî, lê îro bi fikar in ku Tirkiye cardin vegere Balkanan.”

    Pisporê Akademiya Zanstên Welatên Ewropayê Georgiy Engelgardt di derbarê axaftinên Macron yên di derbarê Rûsya û Tirkiyê de ji Spûtnîkê re axivî. Tê zanîn ku beriya demekê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron anî ziman ku "li Ewropayê di navbera demokrasî û otorîteriyê de şereke navxweyî heye û ihtimal heye ku welatên Balkanan ber bi Rûsya û Tirkiyê ve herin."

    Engelgardt destnîşan kir ku: Têkiliyên Tirkiyê bi Ewropayê re heta sê salên dawî baş bûn, di gelek hêlan de hevkarî hebû û endamtiya Tirkiyê ya ji bo Ewropayê bi awayek dilxwazî dihat muzakerekirin. Lê belê di sê salên dawî de peywendiyên Tirkiyê bi Bruksel, Almanya û Fransayê re her çû xerab bû. Yek ji van sebebên xerabûyînê jî meseleya koçberan bû. Pêvajoya piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê jî rewşa Tirkiyê ya li Ewropa xerab kir."

    Georgiy Engelgardt di dewamiya axaftina xwe de da zanîn ku "li ser van geşedanan Bruksel, Parîs û Almanya fikirîn ku Tirkiye wekê berê nîne û bi vê awayê fetilîna wê ya Balkanan ne baş e. Dema ku em di çarçoveya van geşedanan de axaftinên Macron yên di derbarê Tirkiyê de binirxînin em mebesta Macron baştir fêhm dikin."

    Bi heman mijarî:

    Fransa: Raporta me ya îstîxbaratê li gor parvekirinên medyaya civakî hatiye amadekirin
    Bozdag bersiv da Macron: Ya rast çi be em wê diparêzin
    Macron: Ez dixwazim Rûsya û Tirkiye alîkariya me bikin
    Macron: Ez jî bi Putin re wekhev im
    Etîketan:
    bosna, tirkiye, rûsya, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de