08:03 25 Gulan 2018
    serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron

    Gotinên Macron ên derbarê Pûtîn de bû pêkenoka bikarhênerên medyaya civakî

    © Sputnik / Stephane De Sakutin
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Gotina Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî vexwarina alkolê, "Ez û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn wekhev in" bû pêkenoka bikarhênerên medyaya civakî.

    Macron roja yekşemê bû mêvanê Jacques Bourdinê ji radyoya RMCê û Edwy Plenelê ji sîteya Meduapartê û qala peywira xwe yê salekî kir. Li gorî îdiayan Macron piştî roportajê bi rojnamegeran re alkol vexwar.

    Bourdin, dema ku Macron alkol vexwar got, "Ez û Pûtîn wekhev in. Herwiha Pûtîn ji min fêm dike. Ji bo ku Pûtîn fêm bike em jî li Sûriyeyê ne, min biryara êrişa Sûriyeyê da."

    Piştî ev gotinên Macron ku di medyayê de cih girt, bû pêkenoka bikarhênerên medyaya civakî.

    ‘DEMA MEZIN BÛ DIBE, BIBE WEK PÛTÎN'

    Bikarhênê twittirê yê bi navê Paula Duvall, "Hewcedariya Macron bi detoks û terapiyê heye. Dibe dixwaze dema mezin bû bibe wek Pûtîn, lê rastên wî yên salên herî serkeftî nayê."

    ​Bikarhênerekî din yê bi navê Glavset, "Gelo Napolyon jî ji bo Çarê 1. Aleksandr re heman tiştî gotibû?"

    ​Bikarhênê twittirê Jason Bournitski jî, "Bi ya min Macron ji bo ku van gotinan bibêje, bêtir alkol vexwariye."

    ​Born Again Hard jî nivisî ku eger Macron dixwaze bibe wek Pûtîn, herî kêm divê judoyê bizane.

     

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn û Nazarbayev êrişî li hemberî Sûriyeyê şermezar kirin
    Pûtîn ji bo Merkelê: Êrîşa Amerîka û hevalbendên wê li dijî hiqûqa navdewletî ye
    ‘Dibe ji niha de Pûtîn li hemberî Tirkiyeyê dest mûeyîdeyan bike'
    Pûtîn û Rûhanî piştê êrîşa Amerîkayê rewşa Sûriyê axivîn
    Pûtîn ji Yekîtiya Erebî re peyamên hevkariyê dan
    Etîketan:
    pêkenok, Emmanuel Macron, Vladimîr Pûtîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de