14:17 23 Gulan 2018
    Li Brîtanyayê êrîşa li hemberî Sûriyeyê hat protestokirin

    Li pêş Parlamentoya Brîtanyayê êrîşa li hemberî Sûriyeyê hat protestokirin

    © REUTERS / Hannah McKay
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Londonê li pêş Parlamentoya Brîtanyayê êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransayê ya li hemberî Sûriyeyê hat protestokirin û protestoyê de xwepêşandaran bi gotina "Esad mirovekî baş e" piştgirî dan hikûmeta Sûriyeyê.

    Li Brîtanyaye koma dijî şer a b navê "Hevpeymana Şer Rawestînin" (Stop the War Coalition) ji bo bertekdayîna êrîşê li hemberî Sûriyeyê li tevahiya Brîtanyayê xwepêşandan li dar xistin. Xwepêşandarên li pêş Parlamentoya Brîtanyayê li hev kom bûn, piştgirî dan Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad û hikûmeta Sûriyeyê.

    Xwepêşandaran parastin ku Esad ne kujer e û gotin, "Ew serokê dewleta xwe ye."

    'JI BER KU IRAQ Û LÎBYAYÊ BI BÎR DIXIN, EM BI HÊRS IN'

    Yek ji organîzatorên hevpeymanê Lindsey German di axaftina xwe ya ji bo Sputnikê de bal kişand ser operasyonên li Iraq û Lîbyayê û got, ew ji ber ku îngilîz êrîşê dişibînin êrîşên salên borî yên li Rojhilata Navîn, bi hêrs in.

    German herwisa anî ziman ku yek ji endîşeyên îngilîzan jî ew e ku ev êrîşe bibe sedema dijayetiya Rûsyayê.

    Bi heman mijarî:

    Dîplomatên rûs û tirk li Enqereyê ji bo Sûriyeyê li hev kom bûn
    Li Brîtanyayê operasyona li dijî Sûriyeyê hat protestokirin
    ‘Em nahêlin Îran li Sûriyeyê bihêz bibe'
    WSJ: DYA, piştî vekşîna ji Sûriyeyê, avakirina hêzek leşkerî ya ji Ereban plan dike
    Lavrov: Me ti wext negotiye ku ew kesê dikare yekîtiya Sûriyeyê pêk bîne Esad e
    Etîketan:
    Hevpeymana Şer Rawestînin, Lindsey German, London
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de