09:45 20 Nîsan 2018
    Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May

    May: Ger min êriş ji parlementoyê bipirsiya me ne dikarî planan veşêrin

    © REUTERS / Daniel Leal-Olivas
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May sedema ku beriya êrişa li dijî Sûriyê welatê xwe û Amerîka û Fransayê bê çima destûr ji parlementoyê nestendiye eşkere kir. May got "ji bo ku hêzên serbazî yên brîtanî nekivine bin fişara ewlehiyê."

    Theresa May li baskê jêr ê parlementoyê Kamaraya Avaman derbarê desstwerdana li dijî Sûrîyê axivî. May li ser êrişa leşkerî ya li dijî Sûriyê diyar kir ku ‘ji bo serokwezîrek û hikûmetekê yek ji biryarên herî zor û zexm bû.'

    ‘SÛRIYÊ YEK JI WELATÊN KU XWEDIYÊ BAŞTIRÎN PERGALÊN PARASTINA HEWAYÎ YE'

    May amajê pê kir ku sedema wê ku biryar nebiriye meclisê fişara ewlehiyê ya li ser elşkerên îngilîzî ye û wiha pê de çû, "Rejîma Sûriyê yek ji welatên ku xwediyê baştirîn pergalên parastina hewayî ye. Lewra ji bo ku hun li dijî pergaleke wiha bisekinin pêwistî bi veşartina planan û şaşkirinê heye. Dema êrişê ger me ev yek li parlementoyê nîqaş bikira, me nedikarî van planan veşêrin."

    Theresa May
    © REUTERS / Kirsty Wigglesworth/Pool
    ‘ÇI LI SÛRIYÊ Û ÇI LI KOLANANÊ BRÎTANYAYÊ Û ÇI LI DEVEREKE DIN EM RÊ NADIN KU ÇEKÊN KÎMYEWÎ BÊNE BIKARANÎN'

    Serokwezîrê brîtanî di civîna Sûriyê de wiha axivî, "Em ketine nava tevgerê lewre ev yek di berjewendiya welatê me de bû. Astengkirina çekên kîmyewî li Sûriyê fikreke hevpar a navdewletî bû. Çi li Sûriyê û çi li kolananê Brîtanyayê û çi li devereke din em rê nadin ku çekên kîmyewî bêne bikaranîn û ev bikaranîn normalîze bibe. Lewra me ev operasyon ne ji ber ku Serok (ê Amerîkayê) (Donald) Trump dixwest kir."

    BRÎTNYA BI 4 BALAFIRÊN AKROTIRI BEŞDARÎ DESTWERDAN SÛRIYÊ BÛBÛ

    Hêjayî gotinê ye ku Brîtanya tevî Amerîka û Fransayê di destwerdan li dijî Sûriyê ji Qibrisa rumî bi 4 balafirên Akrotiri beşdar bûbû.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka, Fransa û Brîtanya dest bi êrişa li dijê Sûriyê kirin
    Amerîka, Almanya, Brîtanya, Fransa, Qatar, Tirkiye û Erebistana bangî Rûsyayê kirin
    Ji DYA, Brîtanya, Almanya û Fransa daxuyaniya hevpar: Rûsya yekrêziya Brîtanyayê binpê kir
    Esad:' Tirkiye, Siûdî, Fransa û Brîtanya rasterast piştgiriya terorîzmê dikin'
    Etîketan:
    Destwerdana leşkerî, Destwerdan, îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî, pergalên parastine, DEstûra parlementoyê, Êrişa Amerîka, Fransa û Brîtanyayê ya li dijî Sûriyê, Serokwezîra Brîtanyayê, Theresa May, Sûriye, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de