17:44 20 Nîsan 2018
    Alên Yekîtiya Ewropa YE û Tirkiye

    Raporta Komîsyona YEyê: Tirkiyê bi gavên mezin ji Yekîtiya Ewropayê dûr dikeve

    © REUTERS / Francois Lenoir
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Raporta Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ya di derheqê pêvajoya endambûna Tirkyiê de hate hate belavkirin. Li gorî wê raportê ji Tirkiyê hat xwestin ku dawî li rewaşa awarte (OHAL) bîne. Herwiha hat gotin ku ‘Tirkiye bi gavên mezin ji YEyê dûr ket'.

    Raporta Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Tirkiyê bi awayekî fermî hate belavkirin. Çend xalên sereke ji raportê wiha ne:

    ‘PÊWSIT E TIRKIYÊ PABENDÎ BIRYARÊN DESTÛRA BINGEHÎN A TIRKIYÊ Û BIRYARÊN DMMEYÊ BE'

    • YEyê di raporta navhatî de hat destnîşankirin ku Tirkiyê di warê azadiya derbirîna xwe îfadekirinê û serweriya dadê bi paş de diçe û bang kir pabendî biryarên Destûra Bingehîn a Tirkiyê û biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bê kirin.
    • Di wê raportê de hewla derbeya serbazî hate şermezarkirin û hat gotin ku Tirkiyê di warê penaberan de di nava hewildanan de ye.
    • Raport balê dikşîne ser rewaş awarte û destnîşan dike ku zêdetirî 150 hezar kesî hatine binçavkirin û ji vana 78 hezar kes hatine girtin û 110 hezar fermanberên dewletê ji kar hatine dûrxistin.

    ‘DESTNÎŞANKIRINA QEYÛMAN JI BO CIHÊ ŞAREDAR Û NÛNERÊN BIJARTÎ BÛ SEDEMA QELSKIRINA DEMOKRASIYA HERÊMÎ'

    • Piştî ku bi biryarnameyên di hikmê qanûnan (KHK) de hinek desthilat bo serokkomariyê hatin veguhestin, rola serokkomarî li ser desthilata cîbcîkar zêde bû. Destnîşankirina qeyûman ji bo cihê şaredar û nûnerên bijartî bû sedema qelskirina demokrasiya herêmî.
    • Di raportê de ji bo gotûbêjkirina endambûna Tirkiyê bo YEyê pêşniyariyeke nû nehat kirin lê ji aliyê din ve bi dawîkirina gotûbêjan jî nehat rojevê.

    RAPORTÊ YEKÎTIYA EWROPAYÊ ÇI YE?

    Yekîtiya Ewropayê (YE) salane di derbarê bipêşdeçûna welatên endam û welatên berendam de raport têne belavkirin. Di wan raportan de rewşa siyasî, demokaratîk û aborî têne nirxandin. Ji van raportan re Raportên Bipêşdeçûnê tê gotin.

    Komîsyon di Raporta Berendambûna Tirkiyê ya sala 2018an de bi taybetî di mijarên weke rewşa mafê mirovan û serweriya hiqûqê rexneyên giran li Tirkiyê girt û amajê bi wê yekê kirku Tirkiyê bi gavên mezin ji Yekîtiya Ewropayê dûr dikeve.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn ji bo Merkelê: Êrîşa Amerîka û hevalbendên wê li dijî hiqûqa navdewletî ye
    Rûsya: Vîdyoya îdîayên kîmyewî ya Dumayê sexte ye û bi zanebûn hatiye kişandin
    YE: Operasyona Efrînê rewşa mirovî ya li Sûriyeyê zehmettir kir
    Civîna Çavuşoglu û Stoltenbergî: NATO li gel Tirkiyeyê ye
    Yekîtiya Ewropayê amade ye beşdarî avakirina Sûriyeyê bibe lê mercên wê hene
    ‘Tirkiye ji sibehê heta nîvro piştgirê DYAyê ye, piştî nîvro jî hevalbendê Rûsyayê ye'
    Ebadî: Komîsyona hilbijartinan ne serbixwe ye
    Etîketan:
    rewşa penaberan, hewla derbeyê, Raporta YEyê, Rewşa mirovî, Raport, Maf, Hiqûq, qeyûm, Yekîtiya Ewropayê, Raport, DMMME, KHK, YE, Tirkiye, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de