17:41 22 Nîsan 2018
    Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron

    Endamên PEyê êrîşa dijî Sûriyeyê û piştgiriya Fransayê protesto kirin

    © Sputnik / Vincent Kessler
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Fransayê Emmanuel Macronê ku li Parlementoya Ewropayê (PE) axivî û got, ‘bo rûmeta civaka navnetewî piştgirî dane êrîşa dijî Sûriyeyê' ji aliyê endamên PEyê ve hat protestokirin.

    Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî êrîşa DYA û Brîtanyayê ya dijî Sûriyeyê bi 4 rojan di Lijneya Giştî ya Parlamemtoya Ewropayê ya li Strasbourgê axivî. Macronê ku bi hêrs axaftina xwe kir carcaran bi dengekî hêl serokê dewleta Sûriyeyê Beşar Esad bi şerê li dijî gelê xwe sûcdar kir. Macron di PEyê de wiha axivî: "Bi dîmenên Jin û zarokên ku rastî êrîşa bi klorê hatine em şoq bûn, divê ji bo parastina mafên xwe em rabin ser lingan. Li şuna xwe rûniştî em ê mafê xwe çawa biparêzên? Gelo divê em wisa bifirikirin maf, rêgez, prensîp ji bo me ye, rastî jî ji bo yên din e? Na tiştekî wisa ti carî nayê qebûlkirin."

    Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di axaftina xwe de sedema pêkanîna êrîşa dijî Sûriyeyê de got, "Bi rastî sê dewletan tenê mudaxele kir, ez dikarim bêjim ev êrîş me ji bo rûmeta civaka navnetewî kir."

    Herwiha di dema axaftina Macron de piraniya endamên PEyê êrîşa dijî Sûriyeyê û piştgiriya Fransayê bi pankartên ku vekirin ve protesto kirin. Ji aliyê din ve jî  Wezareta Karê Derve ya Fransayê derbarê îdayên bikaranîna çekên kîmyewî ya li Dûmayê de got ku, "îhtîmalek mezine, niha ji zû de delîlên bikaranîna çekên kîmyewî hatine tunekirin."

    Bi heman mijarî:

    Kî fermandarên kurdên Îranê dikuje û çima?
    ‘Amerîka di mijara Minbicê de sînor ji Tirkiyeyê re danî'
    Zaxarova: Amerîka ‘Plana Byê' disepîne
    Kiliçdaroglu: Behsa hilbijartinê dikin, em jî dibêjin înşellah û em ê wan bişînin
    Etîketan:
    Macron, DYA, êrîş, êrîşa dijî Sûriyeyê, Emmanuel Macron, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de