01:07 24 Gulan 2018
    Operasyona li dijî Sûriyeyê hat protestokirin

    Li Brîtanyayê operasyona li dijî Sûriyeyê hat protestokirin

    © REUTERS / Hannah McKay
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Operasyona hewayî ya ku Amerîka, Brîtanya û Fransayê li hemberî Sûriyeyê li dar xist, di serî de London, li hinek bajarên Brîtanyayê bi xwepêşandanan hat protestokirin.

    Operasyona leşkerî ya Amerîka, Brîtanya û Fransayê li hinek bajarên Brîtanyayê hat protestokirin.

    Xwepêşandan ji aliyê komeke li dijî şer a bi navê ‘Koalîsyona Şer Rawestînin' (Stop the War Coalition) hat birêvebirin û xwepêşandar li Qada Parlamentoyê ya li pêş parlamentoyê li hev kom bûn.

    Xwepêşandan dema ku Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May ji bo mijara Sûriyeyê di danişîna parlamentoyê de bû, hat lidarxistin û xwepêşandaran daxwaz ji hikûmetê kir ku dawiyê li operasyonên li Sûriyeyê bînin.

    Xwepêşandanên wekî li Londonê li bajarên Cambridge, Exeter, Aberystwyth, Milton Keynes, Southampton, Minehead, Plymouth, Orkney, Isle of Wight, Swansea ve Bristol jî hatin lidarxistin.

    Bi heman mijarî:

    Pergala hewayî ya Sûriyeyê çend moşekên li ser Humûsê bêbandor kirin
    Rûsya: Di destê me de delîl hene ku di provokasyona kîmyewî de destwerda Brîtanyayê heye
    Rayedarên Amerîka û Misrê li ser Sûriyeyê hevdîtin pêk anîn
    Noqavên Brîtanyayê ji bo lêxistina Sûriyê ketin menzila moşekavêtinê
    Etîketan:
    xwepêşandan, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de