01:06 24 Gulan 2018
    Parlamentoya Fransayê

    Li Fransayê nîqaş: Bêyî Rûsyayê nabe gav werin avêtin

    © REUTERS / Benoit Tessier
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Fransayê Edouard Philippe diyar kir ku Fransa bi operasyona leşkerî li hemberî Sûriyeyê an jî Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad şer ranegihandiye û parast ku dijminê welatê wan ne Sûriye ye, DAIŞ e. Partiyên mixalîf jî debirîn ku divê li Sûriyeyê bi Rûsyayê re tevbigerin.

    Serokwezîr Philippe di danişîna taybet a Parlamentoya Neteweyî de derbarê operasyona leşkerî ya li hemberî sûriyeyê de agahî dan parlamenteran. Philippe got, "Dijminê me ne Sûriye ye, me li hemberî Sûriye û Esad şer ranegihand. Dijminê me DAIŞ e."

    Eduard Philippe diyar kir ku Fransayê ji bo ewlehiya xwe biryara operasyonê daye û li ser şibandina operasyona Sûriyeyê û operasyona Amerîkayê ya sala 2003yan a li dijî Iraqê jî got, "Nêteke têkbirina rejîma Sûriyeyê tune ye."

    Serokê Koma parlamentoyê ya Komarparêzên rastgir ên navendê Christian Jacob jî diyar kir ku li herêmê bêyî Rûsyayê nabe gav werin avêtin û got, divê were nîqaşkirin ku operasyona Amerîka, Fransa û Brîtanyayê bi kêrî çi hatiye.

    Li ser navê Yekîtiya Serxwebûnxwaz û Demokratan (UDI) jî Franck Riester anî ziman ku divê Fransa bi Tirkiye û Rûsyayê re ji nû ve baweriyê ava bike û got, divê bi van welatan re peywendiyeke nû ya din were destpêkirin.

    Parlamenterê Partiya Komunîst a Fransayê Jean-Paul Lecoq derbirî kul i Sûriyeyê mifteya aşitiyê di destê Rûsyayê de ye û got ev nayê înkarkirin.

    Bi heman mijarî:

    Pentagonê di budceya Amerîkayê ya sala 2019a de ji bo YPGê piştgirî xwest
    May: Êrîşa li hemberî Sûriyeyê di berjewendiya me ya neteweyî de bû
    Pisporê rûsî: Tirkiye rewşa navbera Rûsya û Amerîkayê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne
    Partiyên kurdî yên li Sûriyeyê ji bo êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransayê çi dibêjin?
    Trump biryar da ku mueyîdeyên nû yên li hemberî Rûsyayê taloq bike
    Etîketan:
    Serokwezîrê Fransayê, Eduard Philippe, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de