17:31 22 Nîsan 2018
    Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May

    May: Êrîşa li hemberî Sûriyeyê di berjewendiya me ya neteweyî de bû

    © REUTERS / Andrew Yates
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May diyar kir ku êrîşa wan ligel Amerîka û Fransayê li dijî Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad pêk aniye, ji bo "berjewendiya neteweyî' ya welatê wan bû.

    Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May di danişîna binbaskê parlamentoyê Kamaraya Avaman de axivî û derbarê êrîşa li hemberî Sûriyeyê de agahî dan parlamentoyê.

    May di axaftina xwe de êrîşa kîmyewî ya li navçeya Dûmayê ya Sûriyeyê bi gotina ‘tirsnak' bi nav kir û got, "Hemû nîşane dide xuya ku ev êrîşeke çeka kîmyewî ye."

    May parast ku ji bo veşartina rastiyên vê êrîşê hewl tên dayîn û îdia kir ku Rûsya di vê mijarê de piştgiriyê dide rejîmê.

    'BI YA ME EV ÊRÎŞEKE DI CIH DE BÛ'

    May li ser êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransayê ya li hemberî Sûriyeyê jî ev tişt gotin:

    "Em ketin nav tevgerê, ji ber ku ev ji bo berjewendiyên me yên neteweyî bû. Astengirina bikaranîna çekên kîmyewî li Sûriyeyê û parastina hemfikra kureyî ya di vê mijarê de di berjewendiya me ya neteweyî de ye. Dixwaze bila li Sûriyeyê, dixwaze bil ali kolanên Brîtanyayê be, nabe em destûrê bidin normazlîzekirina bikaranînê ya çekên kîmyewî. Me ev yek ji bo daxwaza serok Trump nekir. Me ev kir, ji ber ku bi ya me ev rast bû. Û em ne bi tenê ne jî. Ji bo vê biryara me piştgiriyeke xurt ya navdewletî hat dayîn."

    'SEROKÊN CÎHANÊ PIŞTGIRIYÊ DIDIN'

    Serokwezîra Brîtanyayê May anî ziman ku ew di dawiya hefteyê de bi gelek serokên welatên cîhanê yên wekî Almanya, Îtalya, Kanada û Avusturalyayê re di telefonê de axiviye û got, "Hemûyan ji bo biryara Brîtanya, Fransa û Amerîkayê piştgiriya xwe anîn ziman."

    Bi heman mijarî:

    Partiyên kurdî yên li Sûriyeyê ji bo êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransayê çi dibêjin?
    YE: Operasyona Efrînê rewşa mirovî ya li Sûriyeyê zehmettir kir
    ‘Esad ne reviyaye Îranê û li Sûriyeyê xebatên xwe didomîne'
    Ryabkov: Dubarekirina êrîşan li ser Sûriyeyê dê bibe sedema bertekên tund
    Hemwelatî bo artêşa Sûriyeyê çalakiya piştgiriyê lidarxistin
    Etîketan:
    Serokwezîra Brîtanyayê, Theresa May, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de