22:01 19 Nîsan 2018
    Koçberên Efrînê - 19 Adar 2018

    YE: Operasyona Efrînê rewşa mirovî ya li Sûriyeyê zehmettir kir

    © AFP 2018 / GEORGE OURFALIAN
    Ewropa
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 10

    Wezîrên Derve yên YEyê li Brukselê civiyan û belgeya dibêje ku operasyona Tirkiyeyê ya li Efrînê rewşa mirovî ya li bakurê Sûriyeyê zehmettir kiriye, qebûl kir.

    Bîst û heşt wezîrên endamên Yekîtiya Ewropayê(YE) di dawiya civîna Konseya Wezîrên Derve yên YEyê de beyana hevpar pejirand a ku tê de wiha tê gotin: "Operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê rewşa mirovî zehmettir kir, bû sedem ku niştcih cihên xwe biguherînin. Piştî operasyona Tirkiyeyê, Efrînê di serî de, rewşa mirovî li bakurê rojavayê Sûriyeyê xerabtir bû ku YE ji vê rewşê gelekî nîgeran e û teqez dike ku divê rê li ber saziyên sivîl bê vekirin da ku bi awayekî ewle, bêasteng û lezgîn xwe bigihînin wê derê."

    Tirkiyeyê 20ê Rêbendanê li Efrînê operasyon dabû destpêkirin ku di encamê de li gorî raportan gelek niştîcihên Efrînê neçar mabûn ji Efrînê derkevin.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Karasu: Zextên li ser Ocalan piştî Efrînê girantir bûn
    ENKS: Em li dijî operasyona Efrînê bûn û li dijî operasyonên din ên Tirkiyeyê ne jî
    KRE: Tirkiye dê ciwanê Efrînê ji bo parastina bajarî amade bike
    Sûriye: Divê Tirkiye leşkerên xwe ji Efrînê vekişîne
    Etîketan:
    YE, EWROPA, Ewropa, Brûksel, Tirkiye, Sûriye, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de