06:18 21 Gulan 2018
    İngiltere-futbol-Championship-Queens Park Rangers

    Di 3 lîgên Ewropayê de tîmên şampiyon diyar bûn

    © AFP 2018 / ADRIAN DENNIS
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di sê lîgên fitbolê yên Ewropayê de tîmên şampiyon beriya qedandina lîgê bi çend hefteyan diyar bûn. Di Lîga Premierê de Manchester City û di Lîga 1em a Fransayê de Paris Saint-Germain di hefteya 33em de û di Lîga Hollandayê (Eredivisie) de Psv Eindhoven di hefteya 31em de şampiyoniya xwe îlan kirin.

    Di heyama îsal a Lîga Premierê de (Brîtanya) Manchester City di seranserê lîgê de bi lîstikek serkeftî derket pêş dijberên xwe. Manchester City di pêşbirka hefteya 33em a lîgê de li deplesmanê derket pêşberî Tottenhamê û dijberê xwe bi skora 3-1ê têk bir. Piştî ku tîma duyem a lîgê Manchester United li hember West Bromwich Albionê têk çû tîma City şampiyoniya xwe di hefteya 33em de îlan kir. Bi vî awayî ekîba rahêner Pep Guardiola di dîroka xwe de şampiyoniya 3em a lîgê bidest xist.

    DI LÎGA YEKEM A FRANSAYÊ DE JÎ ŞAMPIYON DIYAR BÛ

    Di Lîga Yekem a Fransayê de jî di heman hefteyê de (Hefteya 33em de) Paris Saint-Germain tîma dijwar Monacoya ku di rêza duyem de cih digre kir mêvan. Di têkoşîna herdu tîman de encamek balkêş derket holê, herwiha encama pêşbirkê ji tîma xwedîmal Paris Saint-Germainê re şampiyonî anî. Paris Saint-Germain dijber Monaco bi skora 7-1ê têk bir û beriya qedandina lîgê bi 5 hefteyan şampiyoniya xwe îlan kir. Ekîba fransayê şampiyoniya xwe ya 7em bidest xist.

    DI HEFTEYA 31EM DE PSV EINDHOVEN BÛ ŞAMPIYONÊ LÎGA HOLLANDAYÊ

    PSV Eindhoven di lîga Hollandayê (Eredivisie) de di hefteya 31em de bi Ajaxê re têkoşiya û bi skora 3-0ê ve şampiyoniya xwe ya heyama îsal îlan kir. PSV di 4 salên dawî de cara sêyem dibe şampiyonê lîga Hollandayê. Di pêşbirka ku li Stada Philips hat lîstin de Eindhovenê di seranserê pêşbirkê de serdest lîst. Li gor skora pêşbirkê ya 3-0ê jî pûanê xwe derxist 80yî û di lîgê de şampiyoniya xwe beriya qedandina lîgê bi 3 hefteyan îlan kir.

     

    Bi heman mijarî:

    Di Lîga Şampiyonan û ya UEFA Ewropayê de jihevreketinên tûra nîvfînalê diyar bûn
    Di lîga UEFA Ewropayê de tîmên tûra nîvfînalê diyar bûn
    Pêşbirka Lîga Şampiyonan: Real Madrid 1-3 Juventus
    Di pêşbirka rowanşa Lîga Şampiyonan de encamek balkêş derket holê
    Etîketan:
    lîg, werziş, Şampiyon, şampiyonatî, fitbol, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de