07:52 20 Nîsan 2018
    Ji objektîfên rûsî şerê li Sûriyeyê - Sûriye - sûriyeyê

    Yekîtiya Ewropayê amade ye beşdarî avakirina Sûriyeyê bibe lê mercên wê hene

    © Sputnik / Michael Alaeddin
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnera Bilind a Polîtakayên Karên Derve ya YEyê Federica Mogheriniyê ragihand ku Yekîtiya Ewropayê(YE) amade ye ku li ser fînansekirina jinûveavakirina Sûriyeyê bifikire lê bi mercê ku pêvajoya aştiyê ya vî welatî bi awayekî daimî li Cenevê be.

    Mogheriniyê di dema gihiştina civîna Meclisa Wezîrên Derve yên YEyê de got, "em amade ne ku dest bi plankirina pêvajoya fînansekirina jinûveavakirina Sûriyeyê bikin û dê çavkaniyên mezin ji bo wê pêwîst bin. Lê ev tenê bi wî şertî pêk tê ku pêvajoya çareseriya aştiyane bi awayekî daimî li Cenevê be."

    Şeveqa şemiya borî Amerîka, Fransa û Brîtanyayê bi îdîayên ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn êrîşeke moşekî li dijî avahiyên Hikûmeta Sûriyeyê pêk anî û Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihandibû ku parastina Sûriyeyê ji 103 moşekan, 71 moşek xistine.

    Bi heman mijarî:

    Siyasetvanê frensî: Em biryara êrîşa li ser Sûriyeyê bidin, em ê berî we ranegihînin
    'Li dijî êrîşa bi roket a terorîstan, bersiva artêşa Sûriyeyê'
    Lavrov: Wek Libyayê li Sûriyeyê nekevin nava macerayan
    ‘Amerîka plan dike ku li 8 hedefên Sûriyeyê bixe'
    Etîketan:
    Yekîtiya Ewropayê, Federica Mogherini, Sûriye, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de