17:15 25 Nîsan 2018
    Gelê katalan

    Ji bo serbestberdana siyasetmedaran 300 hezar welatî daketin kolanan

    © REUTERS / Albert Gea
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat ragihandin ku li Barselonayê ji bo serbestberdana siyasetmedarên katalanî zêdetirî 300 hezar hemwelatî daketin kolanan.

    Li Barselonaya Spanyayê zêdetirî 300 hemwelatî ji bo serbestberdana 9 siyasetmedarên katalanî daketin kolanan. Çalekvan li herêma Avenida Paralelê civiyan û ji bo serbestberdana siyasetmedarên serxwebûnxwaz pêvajoyên daraza ya Spanyayê protesto kirin.

    Çalekvan bi diruşmên ‘Em dixwazin w eli mal bibînin', ‘ji siyasetmedarên girtî re azadî' û ji bo Carles Puigdemont ku di 6ê Nîsanê de li Almanyayê hatibû girtin û paşî ji aliyê dadgehê ve serbest hatibû berdan jî îfadeyên ‘Serok Puigdemont' bi kar anîn.

    Partî û sendiqayên ku berê tevlî çalekiyên serxwebûnê nebibûn jî vê carê beşdarî protestoyên serbestberdana siyasetmedarên katalanî kirin.

    Bi heman mijarî:

    Katalanya: Dengdan û astengkirina polîsan dewam dike
    Katalonya ji bo hilbijartina parlamentoyê çû ser sindoqê
    Serokê Katalonya ku teslîm bibû bi şert hate berdan
    Iraq: Dê serxwebûna Katalonya Qralîyeta Îspanyayê bixe metirsiyê û demokrasiyê têk bibe
    Etîketan:
    Katalanan ji bo serbestberdana siyasetmedaran protesto li dar xistin, Carles Puigdemont, Barselona, Spanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de