22:22 19 Nîsan 2018
    Fransa

    Êrişa çalekvanan bû sedema zirareke mezin

    © Sputnik /
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Fransayê di navbera çalekvanên ku hikûmet protesto dikirin û polîsan de şer û pevçûn derket. Di encama protestoyan de 51 kes hatin binçavkirin.

    Li Fransayê di navbera çalekvanên ku ji bo piştgiriya koçberan civiyabûn û hikûmet rexne dikirin û polîsan de pevçûn derket. Di bûyerên protestoyî de herî kêm 51 çalekvan ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Piştî lêpirsînê hinek çalekvan serbest hatin berdan, lê lêpirsîna 17 kesan dewam dike.

    Nêzîkî 2 hezar çalekvanên ku tevlî ptotestoyan bibûn piştî mudaxeleya polîsan li herêmê belav bibûn û êrişî şaxên banka, ofîsên emlakê, şirketên sigortayê û dikanên telefonan kiribûn.

    Piştî çalekiyan di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrişa çalekvanan a li hemberî ofîs û dikanan bûye sedema zirareke mezin.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka, Brîtanya û Fransayê derbarê Sûriyê de pêşnûmayeke din li KENYyê kirin
    Merkel: Em piştgiriyê didin êrîşên Amerîka, Brîtanya û Fransayê
    Erdogan: Çawa li Almanyayê êrişa terorî pêk hat dê li Fransayê jî pêk were
    ‘Dibe ji bilî Amerîka û Fransayê hin welatên din jî hêzên xwe bişînin Minbicê'
    ‘Fransayê bi 4 balafiran 50 rayedarên leşkerî şandin Minbicê’
    Çavuşoglu ji Fransayê re: Tu kî yî?
    Etîketan:
    Li Fransayê 51 kes hatin girtin, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de