17:14 25 Nîsan 2018
    Katalonya referandûma serxwebûnê

    Li Katalonyayê zêdetirî 300 hezar kes ji bo serokên xwe çalakî lidarxistin

    © REUTERS / Yves Herman
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Barcelona yê Katalonyayê bi sed hezaran kes derketin kolanan û xwestin ku serokê wan yê serxwebûnxwaz were berdan.

    Îro li bajarê Barcelona yê Katalonyayê zêdetirî 300 hezar kes daketin kolanan û ji hikûmeta Îspanyayê xwest ku serokê wan ê serxwebûnxwaz were berdan.

    Xwepêşandarên Katalan bi alayên Katalonyayê û bi pankarteke li ser "Jib o mafan û azadiyê, ji bo demokrasî û yekîtiyê, em dixwazin wî şûnde bibin malê" nivisîbu daketin kolanan. Herwisa dirûşmeya "Azadî ji bo girtiyên siyasî" hat berzkirin.

    Xwepêşandan ji aliyê komên serxwebûnxwaz ên nêzikî Meclîsa Katalan a Neteweyî û Omniumê ve hat lidarxistin, ku serokên van herdu rêxistinan Jordi Sanchez ve Jordi Cuixart beriya 6 mehan li Madrîdê hatibûn girtin.

    Bi heman mijarî:

    Madrîd biryara girtina siyasetmedarên Katalan da Katalonya tevlihev bû
    Dadgeha Almanyayê serokê serxwebûnxwaz ê Katalan serbest berda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de