19:07 25 Nîsan 2018
    Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron

    Macron: Êrîşa li hemberî Sûriyeyê navbera Rûsya û Tirkiyeyê xera kir

    © AFP 2018 / ERIC PIERMONT
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron got, di êrîşa li hemberî Sûriyeyê de hemû moşekên ku ji balafirên Fransayê hatin avêtin, li hedefên xwe ketine. Macron diyar kir ku wî ji Putin re gotiye Rûsya jî di bikaranîna çekên kîmyewî de hevkarê Sûriyeyê û herwisa parast ku êrîşan navbera Rûsya û Tirkiyeyê xera kir.

    Macron di daxuyaniya xwe ya îro de parast ku êrîşa li hemberî Sûriyeyê 'yasayî' û di çarçoveya berpirsyariya civaka navdewletî de pêk hatiye.

    Macron herwisa diyar kir ku di êrîşa li hemberî Sûriyeyê de hemû moşekên ku ji balafirên Fransayê hatin avêtin, li hedefên xwe ketine.

    Emmanuel Macron ligel vê yekê anî ziman ku Enqereyê ev êrîş pejirandiye û got,vê êrîşê navbera Tirkiye û Rûsyayê xera kir. Macron got, "Di bikaranîna çekên kîmyewî ya Sûriyeyê de Rûsya jî hevkar e."

    Macron anî ziman ku Fransayê Amerîka qanî kir ku li Sûriyeyê bimîne.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan ji bo êrîşa li hemberî Sûriyeyê got: Ev kar wisa bi bergiriyên pansûmankirinê nabe
    Nesrallah: Êrîşa welatên rojava ya li hemberî Sûriyeyê bi ser neket
    Li Amerîkayê dîmenên li ser encamên êrîşên li hemberî Sûriyeyê hatin weşandin
    Amerîkayê derbarê êrişa li dijî Sûriyeyê hin welatan haydar kir
    Etîketan:
    Serokomarê Fransayê, Emmanuel Macron, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de