10:31 23 Nîsan 2018
    Brîtanya

    'Brîtanya amadehiyê dike ku êrîşê torên kompîtur ên Rûsyayê bike'

    © REUTERS / Neil Hall
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Çapemeniya îngiliz nivisî ku saziyên îstixbarata îngiliz li hemberî îhtimala çalakiyên 'êrîşkar' ên sîberê yên Rûsyayê amade ne êrîşê torên kompîtor ên Rûsyayê bikin.

    Di nûçeyeke rojnameya The Sunday Timesê de, ku spartiye çavkaniyên îstixbarata îngilizan, hat diyarkirin ku Navenda Ewlehiya Sîberê ya Neteweyî û Wezareta Parastinê dê beşdarî bergiriyên li dijî Rûsyayê bibin.

    Rojnameyê ev tişt gotin, "Pisporên sîberê di torên kompîtorê yên li Rûsyayê de senger vekirin."

    Di nûçeyê de hat diyarkirin ku li hemberî tesîsên binesaziyê yên welêt ên girîng, bi taybetî jî li hemberî saziyên tenduristiyê êrîşêm sîberê tên payîn û hat îfadekirin ku dibe Rûsya agahiyên wê zirarê bidin endamên hikûmeta îngilîz, parlamenter û rayedarên din ên payebilind li înternetê belav bike. Li gorî nûçeyê îstixbarata îngiliz di vê mijarê bi taybetî Serokwezîr Theresa May agahdar kiriye.

    Hat destnîşankirin ku Brîtanya di çarçoveya Stratejiya Ewlehiya Sîberê ya Neteweyî de dê milyarek û 900 milyon sterlîn terxan bike.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Em ê mueyîdeyên nû li dijî Rûsyayê pêk bînin
    KENY, biryarnameya Rûsyayê ya di derbarê şermezarkirina êrîşa li ser Sûriyeyê qebûl nekir
    'Tirkiye êdî nikare him bi Rûsyayê re him jî bi Amerîkayê re bilîze'
    Wezareta Rûsyayê ji Pompeo re: Kesê ku tev li karê welatên din dibe hebe Amerîka ye
    Balyozxaneya Rûsyayê ya Londonê: Her labaratwara hevdem dikare Noviçokê senteze bike
    Etîketan:
    êrîşên sîber, rojnameya Sunday Times, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de