06:54 18 Hezîran 2018
AB-Türkiye

'YE ji bo Tirkiyeyê rapora xwe ya herî giran amade kir'

© AP Photo / Osman Orsal, File
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Ajansa Reutersê di nûçeyeke xwe ya dispêrê rayedaran de diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê dê roja sêşemiyê rapora xwe ya derbarê Tirkiyeyê de eşkere bike û ev rapor wê rapora herî tund û rexneyî be.

Du rayedarên ku nexwestin navên wan were eşkerekirin, ji bo Reutersê ragihand ku Komîsyona Ewropayê (KE) di vê raporê de dê binirxîne ku peywendiyên Tirkiye û Ewropayê ji xeynî hevkariya penaberan di warên mafên mirovan, azadiya çapemeniyê, azadiya darazê û serweriya hiqûqê de her ku diçe xerabtir dibe.

Hat diyarkirin ku hinek beşên raporê hatine weşandin û li gorî wan beşan ji bo destpêkirina mizakereyên nû zemîneke têr tune ye û ji ber vê yekê mizakereyên hatine rawestandin dê bi vê rewşa xwe ya heyî bidomin.

Rayedarekî ewropayî ji bo Reutersê anî ziman ku Tirkiye bi awayekî cidî ji YE dûr ketiye. Hat gotin ki di qadên ku YE ji bo xwe wekî qadên maf û azadiyê qebûl dikin de, bi awayekî cidî şûndemayînek heye.

 

Bi heman mijarî:

Wezîrê berê: Tirkiye Îran, Iraq û kurd bi êrişa li dijî Sûriyeyê re eleqedar dibin
'Tirkiye êdî nikare him bi Rûsyayê re him jî bi Amerîkayê re bilîze'
Berdevkê AKPê: Tirkiye ji operasyona li dijî Sûriyeyê hat agahdarkirin
‘Tirkiye ne amade ye ku ji S-400an poşman bibe
Etîketan:
Komîsyona Ewropayê, rapor, Trikiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de