02:26 20 Nîsan 2018
    Boris Johnson

    Brîtanya: Operasyona Sûriyê nayê wê wateya ku em ê bêhtir mudaxilê Sûriyê bibin

    © REUTERS / Toby Melville
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karê Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson anî ziman ku “operasyona ku li ser Sûriyê hat kirin nayê wê maneyê ku dewletên rojava wê bêhtir mudaxilê Sûriyê bibin.”

    Johnson di rojnameya Sunday Telegraph di derbarê operasyona ku li ser Sûriyê hat kirin de meqaleyekê nivîsî. Johnson: "Di b e ku dawî li hovîtiyê neanî be, lê me xwest ku em qedexebûna cûreyek ji van hovîtiya bidin nîşan."

    Boris Johnson di dewamiya nivîsa xwe de gotiye ku: "Êrîşa Sûriyê êrîşeke bi kontrol bû û tenê ji bo hin noxteyên çekên kîmyevî bûn." Lê tê zanîn ku di destê welatên rojava de di derbarê çekên kîmyevî ku di destê Sûriyê de heye an tune ye tu agahî nîne.

    Johnson di nivîsê de balê dikşîne ser ku "bila kes nebêje ku ev operasyon li hember armancên Rûsyayê yên stratejîk bi niyeta astengkirinê hatiye kirin. Di vê em di vê mijarê de durust bin."

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Ev êrîşa hovane binpêkirina hiqûqa navdewletî ye
    Sûriye: Ger hatine pisporên kîmyewî dereng bikeve, berpirsyarî ya welatên Rojavayê ye
    Sûriye: Em şer naxwazin lê li dijî şerekî jî em amade ne
    Sûriye û Îranê dê li dijî êrîşa muhtemel a Amerîkayê kordînasyona xwe zêde bikin
    Etîketan:
    Operason, Sûriye, Boris Johnson, Boris Johnson, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de