10:18 23 Nîsan 2018
    Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY)

    KENY, biryarnameya Rûsyayê ya di derbarê şermezarkirina êrîşa li ser Sûriyeyê qebûl nekir

    © REUTERS / Lucas Jackson
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî, biryarnameya Rûsyayê ya li ser şermezarkirina êrîşa li dijê Sûriyê hatibû kirin qebûl nekir.

    Rûsya îro biryarnameyekê li ser şermezarkirina êrîşa ku ji aliyê Amerîka, Brîtanya û Fransayê ve li ser Sûriyê hatibû kirin pêşkêşê Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî kir.

    Di biryarnameya ku ji rûpelekê pêk hatibû de Rûsya gotibû ku: Amerîka û muttefîkên xwe bi awayê binpêkirina qanûnên navneteweyî li ser Sûriyê êrîş pêk anîn, Rûsya adisaya xwe ya ji ber vê di asta herî bilind de tîne ziman. Em wek Rûsya li bendê ne ku ev êrişana derhal bidin sekinandin û cardin dubare nebin.

    Ji bo qebûlkirina biryarnameyê neh dengên ku lazim bûn nehatin. Rûsya, Bolîvya û Çîn gotin ‘erê' lê 8 welatên din jî gotin ‘na'. Bi vê awayê biryarnameya Rûsyayê nehat qebûl kirin.

    Bi heman mijarî:

    KENY: Dibe rewş aloztir bibe
    KENY ji bo Xezeyê civîna ‘lezgîn’ li dar dixe
    KENY bi daxwaza Fransa û Brîtanyayê ji bo 'serneketina' agirbesta Sûriyeyê dicive
    Rûsyayê ji bo biryara KENY bangî Amerîkayê kir
    Etîketan:
    rûsya, şermezarkirin, êrîş, Sûriye, ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de