15:48 21 Gulan 2018
    Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Vasiliy Nebenzya

    Nebenzya: Tevgerên Amerîka yên li Sûriyê di têkiliyên navneteweyî de 'serserîtî' ye

    © REUTERS / Mike Segar
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî piştî êrîşa li ser Sûriyê bi daxwaziya Rûsyayê civiya. Ji civînê banga îtidalê hat kirin.

    Di destpêka civînê de sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres axaftinekê kir û di axaftinê de desng li hemû welatên endam kir û bangewaziya aşbûnê kir.

    ‘AMERÎKA ÇEVÊN XWE JI TERORÎSTAN RE DIGIRE'
    Di civînê de Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Vasiliy Nebenzya axivî û got: Amerîka bi tevgerên xwe yên li Sûriyê, rewşa mirovahiyê xerabtir dike û çavên xwe ji terorîstan re digire.
    Nebenzya axaftina xwe wiha domand "Amerîka û hevkarên wê nişan dan ku hiqûqa navneteweyî piçûk dibînin. Amerîka û hevkarên xwe bi alînekirina çareseriya krêza Sûriyê rewşê xerabtir dikin û ev rewş Sûriyê ber bi perçebûnê dibe. Amerîka û muttefîkên xwe bixwazin dikarin di nava 24 saetan de şerê li Sûriyê bidin sekinandin.

    Vasiliy Nebenzya di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku "tevgerên Amerîka û hevkarên wê yên li Sûriyê di têkiliyên navneteweyî de 'serserîtî' ye.

     

    Bi heman mijarî:

    Neteweyên Yekbûyî: Li Tirkiyeyê çand û malên kurdan tên tunekirin
    Mislim: Tirkiye peymanên Neteweyên Yekbûyî binpê dike
    Ji Neteweyên Yekbûyî daxuyaniya derxistina sivîlên Efrînê
    Neteweyên Yekbûyî li seranserê Sûriyeyê 30 roj agirbest ragihand
    Etîketan:
    bangewaziya aşîtiyê, şer, eWROPA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de