22:12 19 Nîsan 2018
    Angela Merkel

    Merkel: Em piştgiriyê didin êrîşên Amerîka, Brîtanya û Fransayê

    © REUTERS / Guido Bergmann
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel diyar kir ku ew pişrgiriyê didin operasyona Amerîka, Brîtanya û Fransayê ya li dijî rêveberiya Sûriyeyê.

    Serokwezîra Almanyayê Merkel di daxuyaniya xwe ya niviskî de got, "Em piştgiriyê didin ku hevkarên xwe yên daîmî yên Konseya Ewlehiyê ya NY Amerîka, Brîtanya û Fransayê, ku berpirsyarî girtin."

    Merkel di daxuyaniya xwe de parast ku li navçeya Dûmayê ya Sûriyeyê êrîşa kîmyewî hatiye pêkanîn û di encamê de gelek zarok, jin û mêr jiyana xwe ji dest daye û anî ziman ku hemû agahî Şamê nîşan dide.

    Merkel herwisa parast ku ji ber blokaja Rûsyayê ya li KENY ev bûye bi awayekî serbixwe nehatiye lêkolînkirin.

    Merkel bal kişand ser êrîşên hewayî yên Amerîka, Brîtanya û Fransayê yên li hemberî herêmên leşkerî yên rejîma Sûriyeyê û got, arman vê qutkirina derfeta rejîmê ya ji bo bikaranîna çekên kîmyewî ye û astengkirina tevgera wê ya li dijî Peymana Çekên Kîmyewî ye.

    Bi heman mijarî:

    Qesra Elysee, dîmenên balafirên ku beşdarî êrîşa dijî Sûriyeyê bûn weşand
    May: Êrîşa li dijî Sûriyeyê mafdar û yasayî ye
    NATO bi mijara Sûriyeyê dicive
    Di êrişên li ser Sûriyeyê de barêgeha Încîrlîkê jî hate bikaranîn
    Etîketan:
    piştgirî, Serokwezîra Almanyayê, Angela Merkel, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de