05:14 21 Nîsan 2018
    Theresa May

    May: Êrîşa li dijî Sûriyeyê mafdar û yasayî ye

    © REUTERS / Kirsty Wigglesworth/Pool
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May li ser êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransa ya li dijî Sûriyeyê got, "Em bi hevkarên xwe yên herî nêzîk re gihîştin wê baweriyê ku operasyona leşkerî him rewa ye him jî rast e." May anî ziman ku êrîş 'bi sînor' e.

    May di civîna xwe ya çapemeniyê de diyar kir ku 4 balafirên şer ên Brîtanyayê di operasyona hevpar a ligel Amerîka û Fransayê de baregeha leşkerî ya 25 kîlomitroyan dûrê Humûsê kiriye hedef.

    May parast ku li wê baregehê çekên kimyewî yên rejîma Sûriyeyê hebûn û got, "Nirxandinên li ser serkeftinÊ berdewam dikin lê em bawer dikin ku bi serketî ye."

    Theresa May anî ziman ku ew bi hevkarên xwe yên herî nêzîk re gihîştine wê baweriyê ku operasyona leşkerî him rewa ye him jî rast e û ev tişt gotin, "Me hemû riyên dîplomsaiyê bikar anîn lê hewldanên me him li qadê him jî li NY bêfeyde ma."

    ​May ragihand ku Rûsyayê soza tesfiyekirina çekên kimyewî yên rejîma Sûriyeyê daye lê ev soz xwe neaniye cih. Serokwezîrê îngilîz anî ziman ku ev êrîş ne tevlîbûna şerê navxweyî ye, ne jî ji bo guhertina rejîmê ye û got, "Ev êrîş bi sînor û armanc e."

    Theresa May destnîşan kir ku ji ber kêmbûna demê wan ji Parlamentoya Brîtanyayê destûr negirtiye û got, ew ê agahiyê bidin parlamentoyê.

    Bi heman mijarî:

    Di êrişên li ser Sûriyeyê de barêgeha Încîrlîkê jî hate bikaranîn
    NATO bi mijara Sûriyeyê dicive
    Rudskoy: Pergalên hewayî yên Sûriyeyê ji 103 moşekan 71 moşek asteng kirin
    Berdevkê AKPê: Tirkiye ji operasyona li dijî Sûriyeyê hat agahdarkirin
    Etîketan:
    Serokwezîra Brîtanyayê, Theresa May, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de