05:12 21 Nîsan 2018
    Balafirên şer yên Fransayê

    Fransa: Raporta me ya îstîxbaratê li gor parvekirinên medyaya civakî hatiye amadekirin

    © Sputnik / ECPAD/French Military
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Berevaniya Fransayê derbarê îdiayên ku Dewleta Sûriyeyê bernameya çekên kîmyewî dimeşîne raportek weşand. Wezaret li xwe mikurî, “Raport ji agahiyên çapemeniyê û materyalên medyaya civakî pêk tên.”

    Di daxuyaniya wezarêtê de hat goıtin ku materyalên ji aliyê dewleta Fransa û mutefîkên wê ve hatine berhevkirin, ji bo sûcdarkirina êrîşa Sûriyeyê ya 7ê Nîsanê têrê dike.

    Herawiha hat gotin ku pisporên frensî li gor daxuyaniyên çavkaniyan, piştî êrîşê parvekirinên ser malperên înternetê yên taybet, video û wêneyên ser medyaya civakî wek delil hatine qebûlkirin.

    ​Wezaretê di dewamiya daxuyaniya xwe de got li gor encamên analîzan hat hînbûn ku hemû delil rasteqînin, ji ber ku wêne û video li ser înternetê û medyaya civakî wek hevdem hatine parvekirin, îhtîmala foto-montajê û video-montajê tune dike.

     

     

     

    Etîketan:
    çekên kîmyewî, şer, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de