17:28 25 Gulan 2018
Jonathan Shaw

Fermandarê brîtanî yê kevin got “Esad çima çekên kîmyevî bi kar bîne” Sky News weşanê birî

© AP Photo / Bas Czerwinski
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Fermandarê brîtanî yê ku li Iraqê kar kiribû Jonathan Shaw li ser televîziyona Sky News beşdarê bernameyê bû, dema ku got “Esad çima çekên kîmyevî bi kar bîne” kanalê weşanê birî.

Jonathan Shaw ji bo nirxandina bûyerên li Sûriyê diqewimin beşdarê bernameya kanala Sky News bû. General Shaw di axaftina xwe de got ku "ez dixwazim balê bikşînim ser ku gelo di roja îro de li Dûmayê tam di dema ku bi ser bikevin Esad ji bo çi çekên kîmyevî bikar bîne?" Dema ku Shaw vê şîrovê kir pêşkeşvan Sam Washington axaftina general birî.

Ev tevgera Sky Newsê li ser medyaya civakî gelek hat parvekirin û hat rexnekirin. Hinek kesana jî vê bûyerê ji bo kanalê wek eybeke mezin dan tebîr kirin.

Bi heman mijarî:

Amerîka û Brîtanya di meseleya Sûriyê de li hev kirin
BBC: Serokwezîra brîtanî, Brîtanya amade ye ku tevli êrişa muhtemel a li dijî Sûriyê bibe
Wezareta Rûsyayê di derbarê bûyera Skrîpal de 14 pirs ji Brîtanya kir
Biraziya Skrîpal: Brîtanya di derbarê xwarina dawî ya ku Skrîpal xwariye agahî nade
Etîketan:
dûma, fermandar, brîtanya, Brîtanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de