07:39 20 Nîsan 2018
    Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY)

    NY: Şerê Sar dîsa destpê kir

    © REUTERS / Lucas Jackson
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê Rûsyayê îro li KENYê diyar kir ku Amerîka, Brîtanya û Fransa dixwazin Esad ji kar bixe. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres jî got, Şerê Sar dîsa destpê kiriye.

    Îro li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) danişîna li ser Sûriyeyê hebû û nûnerê Rûsyayê di wê danişînê de got, "Armanca sereke ya Amerîka, Brîtanya û Fransayê jikarxistina Esad e."

    Nûnerê Rûsya yê li NY Vasili Nebenzya got, Amerîka li Sûriyeyê senaryoyeke leşkerî pêşkeş dike lê ji bo ewlehiya kureyî wê encamên wê yên giran hebin, ji ber ku hêzên leşkerî yên rûsî li wir in.

    Nûnera Amerîkayê ya li NY Nikki Haley jî îdia kir ku hikûmeta Sûriyeyê herî kêm 50 çekên kîmyewî pêk aniye.

    Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres jî di axaftina xwe ya li KENYê de bang li welatên eleqeder kir ku di warê Sûriyeyê de berpirsyar tevbigerin. Guterrese bal kişand ser ku Şerê Sar destpê kiriye û got, "Kêşeya derbarê Sûriyeyê de ya li KENY, bi tevahî dibe sedema geşbûna metirsiyê ya leşkerî."

    Bi heman mijarî:

    'Milîtanan ferman stendiye ku piştî êrişeka Amerîkayê li Sûriyeyê dest bi êrişê bikin'
    ‘Amerîka plan dike ku li 8 hedefên Sûriyeyê bixe'
    Medyaya Brîtanî: Mezintirîn koma şerî çû beravên Sûriyeyê
    ‘Li Sûriyeyê nêzîkî baregehên rûsî 7 balafirên kifşê yên Amerîka hatin tespîtkirin'
    Etîketan:
    Nûnerê Berdewamî yê Rûsya yê li NY, Vasiliy Nebenzya, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de