18:33 20 Gulan 2018
    Mark Sedwill

    Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Brîtanyayê îdia kir ku Rûsya bi salan Skrîpalan şopandiye

    © AFP 2018 / FAROOQ NAEEM
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Brîtanyayê Mark Sedwill ji NATOyê re nameyek şand û di wê nameyê de destnîşan kir ku Rûsya bi salan ajanê berê yê rûsî û keça wî Yulia Skrîpal ku li Brîtanyayê hatibû jehrîkirin ji aliyê îstîxbarata rûsî ve herî kêm 5 salan hatine şopandin.

    Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Brîtanyayê Mark Sedwill derbarê tawanbariya mewzûbehs Sekreterê Giştî NATOyê Jens Stoltenbergê re nameyek şand.

    Sedwill di nameya xwe de îstîxbarata leşkerî ya rûsî GRU sûcdar kir, "Em xwedî agahî ne ku peywendiya îstixbarata rûsî bi bûyera Skrîpalan re heye û ev peywendî digihîje dema 2013an. Di sala 2013an de hesabên e-posta yê Yulia Skripalê ji terefê pisporê sîberî yê GRUyê hatibûne armnackirin."

    ​Rayedarê îngilîzî di nameya xwe de herwiha parastibû ku Rûsya ji salên 2000î û vir ve si warê bikaranîn çekên kîmyewî de bernameyeke perwerdehiyê çêkiriye.

    Hêjayî gotinê ye ku Skrîpalan di 4ê Adarê de li Salisbury a Londonê li bankeke ji ser hişê xwe çûyî hatibûne dîtin. Brîtanyayê îdia kiribû ku Skrîpal û keça wî bi madeya kîmyewî ya A-234 k uweke Noviçokê tê zanîn jî hatiye jehrîkirin û ji vê bûyerê Rûsya tawanbar kiribû.

    Ji hêla din ve Rûyayayê ev îdia bi awayekî teqez red kiribû. Yulia Skrîpal a 33 salî baş bû û ji nexweşxaneyê derket. Bavê wê Sergey Skrîpal hêj li li nexweşxaneyê tê dermankirin û tê zanîn ku rewşa wî jî her ku diçe ber bi başiyê ve diçe.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Di derbarê buyera Skrîpal de agahiyên taybet bi zanebûn tên parvekirin
    Yuliya Skrîpal: Hê jî rewşa bavê min giran e
    Balyozxaneya rûsî: Biryara Britanya ya nedayîna vîzeyê bo biraziya Skrîpal siyasî ye
    Nebenzya: Skrîpal ji bo Rûsyayê ne tehdîd bû
    Biraziya Skrîpal: Brîtanya di derbarê xwarina dawî ya ku Skrîpal xwariye agahî nade
    Rûsyayê ji bo krîza Skrîpal ji KENYê daxwaza civînê kir
    Etîketan:
    Jehrîkirina Skrîpal, GRU, NATO, Sergey Skripal, Mark Sedwill, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de