19:22 20 Nîsan 2018
    Christophe Castaner

    Siyasetvanê frensî: Em biryara êrîşa li ser Sûriyeyê bidin, em ê berî we ranegihînin

    © AFP 2018 / BERTRAND GUAY
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sekreterê Dewletê tê ji têkiliyên li gel Parlamantoya Fransayê berpirsyar, Christophe Castaner got, eger welatê wî biryara derbeyeke leşkerî li dijî Sûriyeyê ji ber êrîşa kîmyewî ya tê îdîakirin li Dûmayê hatiye kirin bide, dê wê biryarê berî derbeyê eşkere nekin.

    Castaner li ser kanala BFMTV got, "eger biryara êrîşê were dayin, ez ê ji we re nebêjim. Serokkomar(Emmanuel Macron) jî dê nebêje. Macron dê mijarê bi serokwezîr, wezîrê derve û yê parastinê re gotûbêj bike."

    Rayedarê frensî got ku "eger mercên rat ji êrîşa li ser Sûriyeyê çêbibin, ev dê pêk werin" û wiha dewam kir: "gotûbêj di qada navdewletî de hene. Eger êrîş çêbibe, divê bi hevahengî çêbibe."

    Ev destwerdana leşkerî ya ku welatên rojavayî, Amerîka, Brîtanya û Fransa di serî de, îşareta wê didin xwe dispêre wan îdîayan ku çekên kîmyewî li navçeya Dûmayê ya Şama Sûriyeyê pêk hatine.

    Rûsya diyar dike ku ev îdîa provokasyoneke nû ne û balê dikişîne ser wê yekê ku ti delîl tine ne ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn.

    Serokkomarê Fransayê Macronî jî duh di kanala TF1ê de gotibû ku "delîl di destê me de hene ku herî kêm gaza klorê di nav wan çekên kîmyewî de bû ku hefteya borî hatibûn bikaranîn û ew ji aliyê rejîma Beşar Esadî ve hatibûn bikaranîn."

    Macronî gotibû, piştî piştrastkirina pêwîst were kirin, dê biryar bidin bê êrîş bikin an nekin û diyar kiribû ku " ew rejîma ku difikire dê destûra her tiştî bistîne, dê rastî helwesteke xweş neyê."

    Bi heman mijarî:

    Nûnerê NY yê Sûriyeyê: Tirkiye ji terorîstan re piştgiriya çekên kîmyewî dike
    ‘Amerîka ji bo mudaxeleya Sûriyeyê li pey behaneyan e'
    ‘Dibe ku Amerîka bi moşekên krûzî li baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê bixe'
    'Îdiayên ku Esad û malbata xwe ji Sûriyeyê reviyane nerast in'
    ‘Artêşa Sûriyeyê ketiye amadebaşiyê’
    Etîketan:
    Emmanuel Macron, Christophe Castaner, Fransa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de