16:17 20 Hezîran 2018
UEFA

Di lîga UEFA Ewropayê de tîmên tûra nîvfînalê diyar bûn

© Sputnik / Vladimir Pesnya
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Pêşbirkên fînala çaryekê ya Lîga UEFA Ewropayê piştî têkoşînên rowanşê qediyan û tîmên ku derketin nîvfînalê jî bi vî awayî diyar bûn. Têkoşîna di navbera Salzburg - Lazioyê de bi skorek balkêş ve qediya.

Di Lîga UEFA Ewropayê de duh 4 pêşbirkên rowanşa fînala çaryekê hatin lîstin. Di têkoşîna di navbera Salzburg û Lazioyê de encamek balkêş derket holê. Nûnerê Awûstûryayê ku di pêşbirka ewil de li hember tîma Îtalya Lazioyê 4-2 têk çûbû, di têkoşîna rowanşê de li mala 4-1 qezenç kir û navê xwe li nîvfînalê nivîsand. Di têkoşînên din de jî skorên balkêş derketin holê.

Di lîga UEFA Ewropayê de encamên têkoşîna pêşbirkên rowanşê û tîmên ku derketin nîvfînalê wiha ne.
— CSK Moskowa — Arsenal 2-2 (1-4)
— Sporting — Atletico Madrid 1-0 (0-2)
— Marsilya — RB Leipzig 5-2 (0-1)
— Salzburg — Lazio 4-1 (2-4)

Arsenal, Marsilya, Salzburg û Atletico Madrid derketin nîvfînalê, piikavêtina jihevraketinê roja înê wê pêk were.

Bi heman mijarî:

Pêşbirka Lîga Şampiyonan: Real Madrid 1-3 Juventus
Di pêşbirka rowanşa Lîga Şampiyonan de encamek balkêş derket holê
Lîga Swêdê: Dalkurd FF 3-0 Ostersund
Di Lîga UEFA Ewropayê de pêşbirkên fînala çaryekê hatin lîstin
Etîketan:
şampiyonî, fitbol, gog, têkoşîn, pêşbirk, UEFA, Ewropa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de