08:17 23 Nîsan 2018
    OPCW

    ‘Pisporên OPCWyê teqez kir ku Skripalan bi Novçokê hatine jehrîkirin'

    © AFP 2018 / BAS CZERWINSKI / ANP
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pisporên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyawî (OPCW) ragihand ku îdiaya ku sîxûrê berê yê rûsî Sergey Skripal û keça wî Yulia bi madeya Noviçokê (A-234) hatine jehrîkirin, hatiye teqezkirin.

    Televîzyona Sky Newsê ragihand ku pisporên OPCWyê derbarê bûyera Skrîpalan de analîzek weşandiye.

    ‘ENCAMÊN ANALÎZÊ ÎDIAYÊN BRÎTANYAYÊ PIŞTRAST DIKIN'

    Di wê nûçeyê de hat gotin derbarê bûyerê de labarotuwarên OPCWyê li ser nimûneyên biyolojîk û dorhêlê lêkolîn hat kirin.

    Li gorî zanyariyên heman nûçeyê pisporan da xuyakirin ku madeya jehrî ya ku di bûyera li dijî Skrîpalan hatiye bikaranîn saf e û hema bê qet qirêjî tê de tune ye û ev yek îdiayên Brîtanyayê piştrast dike.

    JONHSON: OPCWyê DANEYÊN LONDONÊ PIŞTRAST KIR

    Ji hêla din Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson piştî daxuyaniya OPCWê axivî û diyar kir ku daneyên saziyê daneyên Londonê piştrast kir.

    Johsonî da xuyakirin ku gaza jehrî ya ku hatiye bikaranîn ya bi navê ‘Noviçok' (A-234) e û berpirsyarî disa xiste stûyê Rûsyayê, "di warê bikaranîna madeyê de guman tune ye û ji bilî Rûsyayê tu sûcdar tune ye. Lewra Rûsya di raboriya xwe de xwediyê van egeran û serboriyê ye"

    ‘DIVÊ KREMLÎN BESIVÊ BIDE'

    "Tevî hevkarên xwe ji bo qedexekirina bikaranîn çekên wiha em dê bêrawesr bixebitin. Li ser vî esasê ji bo gotûbêjkirina gavên ku bêne avêtin me Konseya Birêvebirinê ya OPCWyê bo civînê vexwed. Û parast ku divê Kremlîn bersiva vê yekê vbide."

    Bi heman mijarî:

    Koma pisporên OPCW amadekarîyan dike ku biçe Dûmayê
    Sûriye: Ji bo îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî me OPCW vexwend
    Nûnerê Putin: OPCW dizane li Saratovê çekên kimyewî nayên hilberîn
    OPCW: Bikaranîna çekên kîmyewî li Efrînê nehat piştrastkirin
    OPCW: Em li Hamayê rastî şopa çekên kîmyewî hatin
    Etîketan:
    piştraskirin, îdiayê çekên kîmyayî, encamên analîzê, OPCW, Skripal, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de